DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li dijî îşkenceya li Kurkuçulerê çalakiya rûniştinê

 
7 Îlon
16:13 2016

EDENE (DÎHA) - Mazlûm Acûn, kekê Cahît Acûn ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê rastî îşkenceyê hat li ber girtîgehê dest bi çalakiya rûniştinê kir.

Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulera Edeneyê di hevdîtinên xwe yî bi malbatan re ragihandin ku ev 3 roj e bi awayekî sîstematîk rastî îşkenceya gardiyanan tên. Bavê Serhat Guzel, Omer Guzel ê ku bi kurê xwe re hevdîtîn pêk anî got ev 3 roj e sergardiyanê ku nû hatiye bi komekê re di bin navê lêgerînê de bi ser qawîşan de digire û girtiyan derb dike. Guzel ragihand ku sergardiyanê bi navê Eyûp dibêje "Ez FETO'yî me" û bi vî awayî êrîşî girtiyan dike û wiha axivî, "Ev gardiyan hewl dide ku provakasyonan bide der. Tim bi ser qawîşan de digire û girtiyan derb dike."

Guzel diyar kir ku ji bo dawî li êrîş û pêkûtiyên li dijî girtiyan bê, wan ji Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) daxwaza alîkariya huqûqî kiriye û wiha got, "Em ji jiyana zarokê xwe û girtiyan bifikar in."

Girtiyê bi navê Emre Erdem li kuderê ye?

Mazlûm Acûn, kekê Cahît Acûnê ku li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê girtîye îro hevdîtin bi birayê xwe re pêk anî û got, wî birayê xwe û hevalên wî di halekî perîşan de dîtine. Acûn wiha axivî: "Wan tî û birçî hiştine. Sergardiyanê nû îşkenceyê li wan dike. Di bin navê lêgerînê de amûrên wan tên belavkirin. Kesên ku li dijî van pêkûtiyan dertên jî, tên derbkirin. Di dema lêgerînê de ji girtiyan girtiyê bi navê Emre Erdem ji qawîşê hatiye derxistin û nayê zanîn ku wî birine kuderê. Heta ku agahî ji vî girtiyî bê girtin û dawî li pêkûtiyên li girtîgehê bên ez dê ji ber girtîgehê veneqetim. Niha min li ber girtîgehê dest bi çalakiya rûniştinê kiriye. Bila her kes dengê me bibihîse. Êdî bes e, bila dawî li van êrîşan bê."

Her wiha têkildarî mijarê em li girtîgehê geriyan, lê telefonên wan tim meşgûl in.

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN