DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Bi kurdî xizmeta tenduristiya mobîlî

 
7 Îlon
15:24 2016

WAN (DÎHA) - Li Wanê bo welatiyan bi kurdî "Xizmeta Tenduristiya Mobîlî" didome.

Xizmeta tenduristiyê ya bêpere ya ji aliyê Şaredariya Serav û Serokatiya Daîreya Xizmetên Tenduristiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve tê dayîn, bi awayekî zêde balê dikêşe. Wesayîta mobîlî ya tenduristiyê ya ku li ber avahiya şaredariyê xizmetê dide, peywira Nexweşxaneya Dewletê ya ku li navçeyê tune ye jî hilgirtiye ser xwe.

Di hundirê wesayîta tenduristiyê de, li gel amûrên rontgena dîjîtal, mamografiya dîjîtal, ûltrasonografî, hemogram, biyokîmya û hormonê; laboratûar, odeya mûayeneya giştî, klînîka dev-diranan, beşên mûayeneya jînekolojik û mudaxileya lezgîn û her wiha beşên kiryarên tomarkirina agahiyên nexweşan û rawestandinê jî cih digirin.

Wesayîta tenduristiyê, xwe digihîne herêmên bejahiyî jî û bo welatiyên ku rewşa wan î aborî nebaş e xizmeta tenduristiyî berpêş dike.

Xizmet bi kurdî ye

Welatiyên ku sûdê ji xizmeta tenduristiyê digirin kêfxweşî û razîbûna xwe anîn ziman û bi taybetî herî zêde jin eleqedarî nîşan dan. Ji bo nexweşên ku bi tirkî nizanin jî xizmet bi kurdî tê berpêşkirin û bi taybetî di baregeha vê pêşnûmayê de xebatkarên tenduristiyê bi jinên extiyar re eleqedar dibin û bi kurdî çareseriyê ji nexweşiyên wan re dibînin.

Tê payîn ku dê heman xizmeta tenduristiyî bo navçeyên din jî bê sepandin.

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN