DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

'Guh bidin dengê siyasetmedarên kurd'

 
7 Îlon
14:49 2016

MÊRSÎN (DÎHA) - Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê hikûmet hişyar kir û xwest dengê siyasetmedar û çalakgerên kurd ên bi boneya Ocalan ketine çalakiyê bibhîzin û daxwazên wan pêk bînin.

Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê bi boneya piştgiriyê bide çalakiya 50 nûnerên saziyên kurdan ên di 5'ê Îlonê de li Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine li ber avahiya HDP'ê daxuyanî dan. Komê di çalakiyê de pankarta “Em greva birçibûnê siav dikin" vekirin. Hevserokê HDP'ê yê Mêrsînê Sadun Dogan, diyar kir ku hemû wekîlên HDP'ê yên li meclîsê û heyeta Îmraliyê ji bo pirsgirêk bi riya aştiyê çareser serî li hemû rêyan dan. Lê hêj agahî ji Ocalan nayê girtin.

Dogan, diyar kir ku ew piştgiriyê didin çalakiya greva birçîbunê û ger ku Tirkiye gavên çareseriyê navêje lê li Tirkiye şerê navxweyî dest pê bike. Dogan xwest hikûmet bi lezgîn guh bide daxwazên çalakgeran û daxwazên wan pêk bîne.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN