Ji gelek bajaran piştevaniya greva birçîbûnê
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Ji bo greva birçîbûnê ya ku hevgirên siyasî yên kurd bo ji jiyana Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan agahî wergirin dan destpêkirin, li gelek bajaran daxuyaniyên piştevaniyê tên dayîn.
Li Mûşê Rêxistina DBP'a Bajêr, têkildarî greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a ji aliyê hevgirên siyasî yên kurd ve bo agahî ji jiyana Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan bê wergirtin li Amedê dan destpêkirin, li avahiya partiyê daxuyanî da. Di daxuyaniya ku nûnerên saziyên sivîl jî beşdarî wê bûn de Hevserokê DBP'a Bajêr Farûk Ûygûr axivî û got, piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê polîtîkayên ku hikûmeta AKP'ê disepîne dewletê ber bi aloziyê ve dibe. Uygûr dest nîşan kir ku wek derbeya 15'ê Tîrmehê ne FETO'yî lê kurd kiribin, êrîşî kurdan dikin û wiha got, "Bi OHAL'ê re hemû mafên huqûqî û yên hevdîtinê yên Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan hatine binpêkirin û ji ber tecrîda giran tu agahî jê nayên girtin. Ji ber vê di 5'ê îlonê de li Amedê greva birçîbûnê hat destpêkirin û hevserokên me, parlementerên me jî di nav de 50 hevalên me bedena xwe dan ber greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Em wek gelê Mûşê van hevalên xwe silav dikin."
Ûygûr di daxuyaniya xwe de temmiya aşitî û aramiyê kir û anî ziman ku, dê her êvar saet di 21.00'ê de çalakiya dengderxistinê û tefandina ronahiyan pêk bînin.
AMED
Li Komeleya 78'an a Amedê, hevserokên şaxên komeleyê yên Êlih, Mêrdîn, Riha, Dîlok, Edene û Mêrsînê hatin gel hev û ji bo piştevaniya greva birçîbûnê ya ya bêdem û bêdorveger daxuyanî hat dayîn. Di civînê de Serokê Komeleya 78'an a Amedê Ganî Alkan axivî û diyar kir ku hişmendiya qesrê dixwaze destkeftiyên ku bi bedêlên giran bi dest ketine ji holê rabike. Alkan dest nîşan kir ku, bivê nevêya gelekî bi azadiya rêberê wî pêkan e.
Seroka Rûmetê ya Komeleya78'an Sakîne Arat jî got, dewleta ku ewqas sal e ji kuştina kurdan têr nebûye, niha jî ciwanên kurdan dikuje. Ararat got ew 81 salî ye, têkoşîna gelê kurd têkoşîneke rewa ye û mirov bêyî zilm û zorî dixwazin azad bijîn.
(red)