DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Pîra 70 salî çalager ziyaret kir

 
7 Îlon
14:09 2016

AMED (DÎHA) – Pîra 70 salî Salîha Şeker, serê sibê bi gopalê xwe hat avahiya DBP'ê çalakgerên greva birçîbûnê ziyaret kir û serkeftin ji wan re xwest.

Greva birçîbûnê ya ku 50 kesan bi pêşengiya KCD, HDK, KJA, DBP û HDP’ê ve ji bo ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan agahî bê girtin dest pê kiriye di roja 3’yemîn de bi ziyaretan berdewam dike. Çalakî rastî eleqeya hezaran welatî, nûnerên sazî û partiyên siyasî tên. Welatiyên ku tên serdanê jî ligel çalakvanan sohbet û nîqaşên li ser çalakî û bîrdoziya Ocalan didin meşandin. Her wiha gelek welatî jî dilsoziya xwe ya bi Ocalan re li lênûska bi navê “Nîşeyên Gravê” dinivîsinin.

Di serdana ziyareta çalakgeran de dîmenên balkêş ji ber çavan narevin. Kal û pîrên temenê wan gelek mezin û gopal di destê wan de ne jî bi dilsoziyek mezin tên serdana çalakvanan.

Gopalê xwe da dest û hat çalakger ziyaret kir

Pîra 70 salî Salîha Şeker a 70 salî yek ji van pîra ye ku serê sibê gopalê xwe da destê xwe û ji Peyasa Amedê ket rê û berî xwe da cihê çalakiyê. Salîha, çalakvana yek bi yek slav kir û serkeftinê ji wan re xwest. Saliha Şeker destnîşan kir ku ew bi çalakiya greva birçîbûnê gelek serbilind e û wiha got: “Ez ji bo Serok Apo û hemû girtiyên azadiyê hatime vê derê. Em hêvî dikin ku dê ev çalakî bibe sedema aşitiyê û êdî hew ciwanên me bên kuştin. Bila xeberek ji Serokê me bê girtin. Em nizanin sax e ne sax e. Bila Serok û hemû girtiyên me bên berdan.”

(kom/bg/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN