HPG 47 leşker hatin kuştin
COLEMÊRG (DÎHA) - Li Şemzînanê ji 26'ê Tebaxê heta niha şer berdewam dike. HPG'ê, têkildarî şer daxuyaniyek da û diyar kir ku dora leşkerên tirk girtin û di şer de 47 leşker hatin kuştin û çekên wan hatin rakirin.
Leşkerên TSK'ê ji roja 26'ê tebaxa 2016'an heta îro li herêma girê Mergê Ronahî yê li navçeya Şemzînan a Colemêrgê şer dikin. Li gorî nûçeya ANF'ê di şerê roja destpêkê ya operasyonê de 30 leşker hatin kuştin. Di roja duyemîn de endamên HPG'ê YJA STarê xwe gihandin ser gir û li vir şer kirin. Di vî şerî de 3 leşker hatin kuştin. Endamê HPG'ê Ronahî ku 3 çek ji ser leşkeran rakir axivî: "Leşkerên tevlî operasyonê bûbûn, gelekî tirsiyan. Dema dengek dibihîstin diketin nava panîkê û di cih de direviyan. Leşker gelekî belawela bûn. Mirov ji ser çavên wan, rewş û tevgera wan didît bê çiqasî ditirsin û di nava panîkê de ne. Ew bi xwe jî dizanin; nikarin li çiyayên Kurdistanê bijîn."
Gelek çek rakirin
Endamê HPG'ê Senar jî diyar kir ku wan di şer de gelek çek rakirin û wiha got: "Di çalakiya hevalan de zêdeyî deh leşker hatin kuştin. Gelek leşker jî di nava panîkê de xwe ji gir berdidan xwarê. Heval çûn ser cenazeyên leşkeran û gelek cebilxane rakirin. Di nava van cebilxaneyan de bîksiyek, karnasek, du bombeavêj, çekek melez, çekek engerek û dûrbîna wê, du dûrbîn, rext, baryar û malzemeyê leşkerî hene."
(mae)