Derhêner Dogan: Pêdivî bi du gotinên Ocalan heye

AMED (DÎHA) - Derhêner Zeynel Dogan ê ku di greva birçîbûna ya ji bo bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bê de ye bi îdiya ku “Ez ê vî karî di Kurdistanê de pêk bînim” derket rê û gelek karên girîng pêk anî. Dogan diyar kir ku di pêvajoyeke girîng tê jiyîn û tiştên ku diqewime qasî ku bi kamerayê ve bên nîşandan rehet nîne û nirxandina “Pêdiviya me bi du gotinên Ocalan heye” kir.
Di greva birçîbûnê ya ku ji bo balê bikîşînin li ser rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û jê agahî bê girtin hatiye destpêkirin de hunermend jî cih digirin. Derhêner Zeynel Dogan ê ku di grevê de cih digire diyar kir ku wi tercîh kiriye bibe parçeyeke grevê û bawer dike ku civak dikare bi hunerê ve bê guhertin.
Zeynel Dogan î li navçeya Elbîstanê ya Mereşê ji dayik bûye heta zanîngehê li wir ma û ji ber nasnameya xwe ya elewîtiyê bi pêkanînên cudakar ve rû bir û ma. Dogan dema ku li zazîngehê dixwîne sînemayê nas dike û eleqeya wî çêdibe. Piştî ku zanîngehê diqedîne gotina “Heke ez vî karî bikim ez ê li Kurdistanê bikim” bi kar tîne û di 20003’yan de li Amedê dest bi xebatê dike.
‘Min çêkirina fîlmên aştiyê esas girt’
Dogan anî ziman k udi 2006’an de di Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê beşa sînemayê ava kirine û li bajar atolyeyên sînemayê ava kirine û di 2010’an de jî di Konservatuara Aramê dersên sînemeya daye.
Dogan anî ziman ku xwestiye bûyerên li Kurdistanê diqewime vebêje û wiha berdewam kir: “Li Kurdistanê gelek şer û qatlîam qewimî û neheqî zêde bû. Heke em nîşan nedin mirov bawer nakin. Li ser çîrokên ku derxistiye nîşanî mirovan Didim. Piştî fîlma “Du ziman, baholek” hinekî hat fêmkirin ku çima ji bo mirovan perwerdehiya zimanê dayikê pêwîst e. Fîlma ‘Dengê bavê min’ tiştên ku kesên piştî şer dimînin çi jiyan dikin vegot. Ji ber vê yekê jî min fîlmên ku aştiyê vedibêje vegot. Ji berk u di civakê guhertin dê bi hêza sînemayê pêk bê.”
Dogan bilêv kir ku hêza sînemayê gelek zêde ye û sînema cihana gelek mirovan dikare biguherîne û zimanekî bi hêz a hunerê heye. Dogan wiha berdewam kir: “Mirovên kul i Cizîrê di jêrzemînan de hatin qetilkirin, bajarên ku hatin bombekirin, cenazeyên li kolanan, canezeyê ku ji aliye dayikeke ve di sarincê de hate veşartin rastiyek bûn û lîstikvan tunebû. Di destên me de wêne hebûn, cih, dem her tişt rastî bûn. Dîsa tiştên li Sûrê qewimîn, canezeyên li peş panzeran hatin kaşkirin. Min ji xwe pirsî gelo ji wan wêdetir çi heye. Di sala dawî de min nexwest ku kamerayê bigirim deztê xwe û tiştekî bikim. Ji ber ku bi kamareyê ve nedihat vegotin.”
‘Pêdiviya me bi du gotinên Ocalan heye’
Dogan bilêv kir ku dema berxwedana Sûrê li devre bû û tenê dengê bombeyan dihat guhdarkirina vê yekê zehmet bû, li Cizîrê di jêrzemînan de hevalên wan hebû ev ji bo wan gelek zehmet bû, ji ber vê yekê jî xwestiye bikeva tevgerê.
Dogan ê ji bo greva birçîbûnê xwe pêşniyar kiriye û ev hatiye qebûlkirin û wiha axivî: “Rewşa Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan piştî hewldana darbeyê li gorî me di bin xetereyê de bû. Wê demê tişta ku ewil hate hişê me rewşa Ocalan bû. Ji aliyê dewletê ve nêzîkatiyekî cidî nebû. Divêbi birêz Ocalan re hevdîtin pêk bê. Pêdivî bi du gotinên Ocalan heye.”
Dogan ku jibilê Hêza kurdan a cewherî tiştekî ku biguherîne tuneye û heke êrîşekî tevahî hebe ew ê bi tevahî li ber xwe bidin.
(sa)