Piştî îşkenceyê hat girtin

MÊRSÎN (DÎHA) - Bavê 7 zarokan Mehmet Alî Çîntan ê ku hat binçavkirin û îşkenceya ku rastî wê hat bi wêneyan hat belgekirin, hat girtin.
Li Mêrsînê, bavê 7 zarokan Mehmet Alî Çîntan ê ku di 28'ê tebaxê de ji ber parvekirinên xwe yî civaka medyayî bi hinceta "Propagandaya rêxistinê" kiriye hatibû binçavkirin, piştî îfadedayînên li muduriyeta polîsan sewqî dozgeriyê hat kirin. Çetînê ku li dozgeriyê îfadeya wî hat girtin, bi tawanbariya "Propagandaya rêxistinê kiriye" sewqî dadgehê hat kirin û dadgeh bi heman tawanbariyê biryara girtina Çîntan da.
Çîntan şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrsînê.
Çîntanê ku di dema binçavkirinê de îşkenceyê ku rastî wê hat û bi wêneyan hat belgekirin, têkildarî vê îşkenceyê li dozgeriyê giliyê polîsan kir, lê heta niha derbareyê gilîkirina wî de tu tişt xwe nedaye der.
(red)