DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Esnafên Dersimê bo Naciye Ozdemîr derabeyên xwe venekirin

 
7 Îlon
12:18 2016

DERSIM (DÎHA) - Esnafê Dersimê, ji bo Naciye Ozdemîra 71 salî ya ku wesayîta zirxî ew eciqand û lê nesekinî, derabeyên kargehên xwe venekirin.

Cenazeyê Naciye Ozdemîr (71) a li Qada Seyîd Riza wesayîta zirxî ya tîmên taybet ew eciqand, li Saziya Tibê ya Edlî ya Meletiyê piştî karên otopsiyê anîn Dersimê. Tê payîn ku dê bo Ozdemîr li Mala Cemê ya Dersimê merasîma cenazeyî bê lidarxistin. Li dijî bûyera duh niştecihên bajêr bi awayekî zêde bertekên xwe dan der û ji ber vê esnafên bajêr derabeyên kargehên xwe venekirin.

Her wiha di nav rojê de dê gelê Dersimê li Kuçeya Hunerê bê gel hev û dê heta Qada Seyid Riza cihê înfazê meşekê li dar bixe.

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN