DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Ercan Dal çawa hat kuştin ne diyar e!

 
7 Îlon
12:17 2016

EDENE (DÎHA) - Ciwanê 18 salî Erdal Dal otobusa ku lê sûwar bibû û bi awayekî dijwar hatibû derbkirin, piştre ji otobusê hat avêtin ji bo tedawiyê piştî rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Bav Necmettîn Dal der barê buyerê de 5 buyerên cuda vegotin.

Ciwanê bi navê Erdal Dal dema ji Stenbolê diçû Edeneyê li navçeya Ulukişla ya Nîgdeyê li kêleka rê bi awayekî giran birîndar hatibû dîtin û rakiribûn nexweşxaneyê. Dal 3 rojan li nexweşxaneyê têkoşîna jiyanê da û jiyana xwe ji dest da. Lê hêj fikarên der barê mirina Dal de nehatine zelalkirin. Bav Necmettîn Dal bi lêv kir ku kurê wî berê pirsgirêkên derû jiyan dikir, hefteya borî kurê wî ji bo kar bibîbne çûye Stenbolê, piştî kar nabîne di 29'ê Tebaxê de ji bo vegere Edeneyê li fîrmayeke Amedê sûwar dibe.

Dal aşekra kir ku wî der bare rewaşa kurê xwe de agahî daye ajovanê otobusê, kurê wî di saet 04.00'an de li navçeya Ulukişla ya Nîgdeyê ji hêla polîsan ve bi awayekî birîndar li kêleka rê dibînin. Di 4'ê Îlonê dema li nexweşxaneyê tê dermankirin jiyana xwe ji dest dide. Dal diyar kir ku gelek hestûyê laşê kurê wî hatine şkandin.

Ajovan axaftinên bi nakok dike

Bav Dal destnîşan kir ku li ser buyerê re 7 roj derbas bûye, lê wan hêj der barê rewşê de agahiyeke şênber negirtiye, ne rayedarên fîrmayê û ne jî polîsan der barê buyerê de agahiyek daye wan. Dal ev tişt got: "Piştî buyerê min li ajovan geriya. Ji min re 5 buyerên cuda vegotin. A yekemîn; dema xwestiye cigarê bikişîne ji hêla mavîlan ve hatiye derbkirin. A duyemîn; tê gotin di otobusê de jinek tacîz kiriye, ji ber wê rêwiyan li wî daye û avêtiye derve. A sêemîn; kurê min xwe di otobusê de avîtiye. A çaremîn; ajovan bi silametî kurê min di rêde peya kiriye. A pêncemîn; kurê min li herêma Kîremîthaneyê ya Edeneyê hatiye peyakirin û ji hêla kesên li wir ve hatiye derbkirin. Yanî îfadeyên bi nakok hene."

'Divê rastî derkeve holê'

Dal got "Kurê min di maşînê de hatiye derbkirin, bi mirîtî di maşînê de avêtine. Divê berpirsyar derkevin holê û hesab ji wan bê pirsîn. Ya em dizanin ji ber cikarê hatiye derbkirin. Ez kurê xwe nas dikim kesî tacîz nake. Ji ber cigare kişandinê mirov tên kuştin? Em mirovahî ye? Heke xeletiyek kiribe di rêde cendirme û polîs hene teslîmê wan bikin. Ev nehatiye kirin. Bila rastî derkeve holê."

Me bi riya telefonê xwe gîhand rayedarên fîrmayê, diyar kirin ku der barê buyerê de agahiya wan tune.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN