Cenazeyê Duman spartin axê
WAN (DIHA) - Cenazeyê ciwanê 17 salî Mustafa Duman ku di 30'ê tebaxê de ji aliyê polîsan ve bi giranî birîndar bû û jiyana xwe ji dest da spartin axê.
Di 30'ê tebaxê de polîsan li kuçeya 2'emîn a Surmelî ya taxa Xarçortê ya navçeya Riya Armûşê ya Wanê bi ser malekî de girtibû û 2 kesên di malekê de birîndar kiribûn. Polîsên bê serober tax gulebaran kiribûn. Mustafa Duman ê 17 salî jî di hewşa malê de birîndar kirin. Ciwanê ku li nexweşxaneyê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Duman li nexweşxaneya tayebet a li bajêr dihat dermankirin duh jiyana xwe ji dest da û îro hat definkirin. Malbatê cenazeyê Duman ji nexwezxaneya Lokman Hekim wergirtin û li goristana Dogu ya li taxa Surmeli spartin axê. Endam û rêveberên HDP û DBP, wekilên HDP'ê Bedia Ozgokçe Ertan û Adem Geverî amade bûn. Piştî merasimê gel derbasî mala sersaxiyê bûn.
(era/mae)