Kargeha esnafekî Şemzînanê gulebaran kirin
COLEMÊRG (DÎHA) – Li navçeya Şemzînanê duh evarî kesên nasnameyên wan ne diyar kargeha esnafekî gulebaran kirin.
Li navenda sûkê ya navçeya Şemzînana Colemêrgê duh êvarî kargeha esnaf Cengîz Şakar ji aliyê kesên nasnameyê wan ne diyar ve rastî êrîşa guleyî hat. Di kargehê de ji ber gulebaranê xisarek mezin pêk hat. Berê jî kargeriyên esnafan rastî êrişan hatibun.
(kom/mae)