Gelê Wan: Em jî ji grevê re amade ne

WAN (DÎHA) - Greva birçîbûnê ya li Amedê hat destpêkirin di roja xweya 3'emîn de ye, 8 hilbijêrên li Wanê di grevê de cih digirin, ji gelê wanê destekek ji bo wan hat. Gelê Wanê diyar kir ku ew jî ji grevê re amade ne û banga yekitiyê li gelê kurd hat kirin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya ji hêla 50 siyasetmedarên kurd ve ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin, bajar bi bajar piştgirî her ku diçe mezin dibe. Di greva birçîbûnê ya 5'ê Îlonê hat destpêkirin de Wekîlê HDP'ê yê Wanê Nadir Yildirim û Hevşaredarê DBP'ê yê yê Wanê Bekîr Kaya jî di nav de 8 hilbijêr cih digirin.
Welatiyê ji Wanê Fîkret Duman piştgirî da çalakiya grevê û xwest tecrîda li ser Ocalan bê rakirin. Duman da zanîn çalakiya grevê xwedî kevneşopiyeke dîrokî ye, got dê ev çalakî bighêje milyonan.
Cahît Urek jî xwest şerê ku hatiye destpêkirin, bê rawestandin û hevdîtinên bi Ocalan re bên dest pê kirin. Mehmet Kaya jî da zanîn divê gelê aliyê rojavayê Tirkiyeyê dijî jî divê piştgiriyê bidin çalakiya grevê.
Cevahîr Ceylan jî bi lêv kir ku dê desteka herî mezin ji jinan pêk bê, bang li gelê kurd kir ku heta agahî ji Rêbertiya xwe negirin divê çalakiyên xwe berdewam bikin.
(ms)