Temîzyuz: Çalakî ji bo hişyarbûna AKP'ê ye
ENQERE (DÎHA) – Hevserokê TUHAD-FED’ê Mehmet Temîzyuz, têkildarî greva birçîbûnê ya ku bi pêşengiya KCD, HDK, KJA, DBP û HDP’ê ve ji bo ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan agahî bê girtin hatiye destpêkirin, diyar kir ku ew bi vê çalakiyê dixwazin AKP'ê hişyar bikin û tecrîdê bi dawî bikin.
Hevserokê Gişti yê TUHAD-FED'ê piştgirî da greva birçîbûnê ya ku bi pêşengiya KCD, HDK, KJA, DBP û HDP’ê ve ji bo ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan agahî bê girtin hatiye destpêkirin û xwest tecrîd bi dawî bibe. Temîzyuz da zanîn ku wan wekî TUHAD-FED’ê heta niha gelek caran bi rêya çapemenî, name û saziyên navneteweyî rewşa Rêberê PKK’ê Ocalan anîne ziman û wiha got: “Heta niha bi sedan caran me fikarên xwe yên der barê rewşa birêz Ocalan de bi rêyên cûda anîn ziman. Lê mixabin hikûmeta AKP’ê her tim rewşa birêz Ocalan wekî pirsgirêkekî şexsî digire dest û bi awayekî întîkamvarî tevdigere.”
‘Em ê piştgiriyê bidin çalakiyê’
Temîzyuz destnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê her ku diçe pirsgirêkan kurtir dike û wiha axivî: “Pirsgirêk her ku diçe kurtir dibe û çareseriyê zêdetir bi xwe re bêçareseriyê tîne. Ji ber vê yekê niha saziya me jî di nav de 50’î kesî dest bi greva birçîbûnê kirin. Em ê wekî sazî heta dawiyê piştgiriyê bidin vê çalakiya rewa.”
‘Li Îmraliyê çi gewimî’
Temîzyuz, armanca greva birçîbûnê wiha anî ziman: “Sedema greva birçîbûnê ji bo çareseriya pirsgirêkan e. Gelê kurd ji tendûristiya birêz Ocalan bi fikar e. Gel dipirse roja hewldana darbeyê li Îmraliyê çi gewim î. Mafê gelê kurd e ku rewşa rêbertiya xwe agahiya bigire û tu kes nikare mafê gelê kurd ê rewa destên wan bigire.”
‘Bila AKP ji sebra kurdan nelîz e’
Temîzyuz bi lêv kir ku gelê kurd her tim li rêbertiya xwe xwedî derketiye û wiha domand: “Hikûmeta AKP’ê û dewleta Tirkiyeyê bi salan e ji bo pirsgirêk neyên çareserkirin tiştên cûda kirin. Lê gelê kurd her tim xwedî li rêbertiya xwe derket û hewldanên hikûmeta AKP’ê û dewleta Tirk vala derxist. Ez dibêjim êdî hewce nake ku hikûmeta AKP’ê sebra gelê kurd bilîze, gelê kurd her tim dê bi awayekî serkeftî xwedî ji rêbertiya xwe derkeve.”
‘Greva birçîbûnê ji bo AKP’ê hişyariyek e.'
Temîzyuz heri dawî destnîşan kir ku gelê kurd ne bi sedan bi milyonan ji bo hemû çalakiyan amade ye û wiha bi dawî kir: "Greva birçîbûnê ji bo hikûmeta AKP’ê hişyariyek e. Em dibêjin qanûnên ku ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve hatin binpêkirin û rakirin carek din ber bi çawan derbas bibin û mafê hevdîtinê ji bo birêz Ocalan bê dayîn. Ger ev maf neyên dayîn dê encamên herî giran ên jê nayên vegerandin derkevin holê.
(fd/mae)