Balafirên rejîmê li bajaroka Tadef komkujî pêk anî

7 Îlon
10:53
2016
NAVENDA NÛÇEYAN – Balafirên şer ên rêjîmê li bajaroka Tadef a Babê komkujiyek pêk anî. Di bombekirinê de zêdetirî 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û 50 kes jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeyên ANHA’yê, balafirên şer ên rejîmê bajaroka Tadef a girêdayî Babê bombebaran kirin. Di encamê de komkujiyek pêk hat. Hat zanîn ku zêdetirî 10 sivîlên gund jiyana xwe ji dest dane û 50 birîndar bûne. Di nava wan de jin û zarok jî hene. Ziyaneke madî ya pir mezin gihişt derdorê. Tirkiye ji destêka ku axa bajarê Cerablusê ya li herêmê Bakurê Sûriyê dagir kiriye ve, gelek komkujî pêk anîn. Di wan komkujiyan de bi dehan sivîlan, jiyana xwe ji dest dan.
(mae)