DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Bi KHK'ya şevekî hat derxisitin, ji peywîra 21 salan hat girtin

 
7 Îlon
10:34 2016

ENQERE (DÎHA) - Doç. Dr. Gulseren Adakli ji sala 1995'an vir ve li Zanîngeha Enqereyê de perwerdevan e, ji ber ku îmzeya xwe avêt binê danezana aştiyê ji peywîrê hat girtin. KHK'ya ku di şevekî de hat derxistin Adakli ji peywîra 21 salan da dûrxisitn.

Bi Biryarên Hukmên Qanûnî (KHK) li dijî hemû beşên muxalîf pêla faşîzmê ji hêla hikûmeta AKP'ê ve tê meşandin, hikûmeta hewldana derbeyê derfet dibîne her kesî wekî endamê cemaetê dide nîşan û ji karên wan dûr dixe. Yek jî akademîsyena ev 21 sal e li ser karê xwe ye, Doç. Dr. Gulseren Adakli ye. Adakli di şevekî de bi qanûna KHK'ê ji peywîrê hat dûrxistin.

Adakli di heman demê de di nava Hewldana Akademîsyenên Ji Bo Aştiyê (BAK) de jî cih digire, di heman demê de peywîra xweya Egîtîm Senê ya Zanîngehê jî berdewam dike.

Adakli ya ku demek dirêj e li zanîngehê kedê dide, diyar kir ku sedema ji kar avêtina wê, hisûmeta di navbera wê û Rektorê Zanîngeha Enqereyê Erkan Îbîş e û ev tişt got: "Ez li ser biryara wî ji kar hatim avêtin. Ji ber buyereke nerêlitiyê ya der barê rektoriyê de, li min lêpirsîn hat vekirin. Ev mijara nelêritiyê li hin cihan derket û bû nûçe. Wekî berpirsyarê weşanê jî ez hatim nîşandan. Ji ber lêpirsînê ji mehaneya min qutbûn çêbû. Tu aliyê vêyî hiqûqî tune. Piştre xwestin ez lêborînê ji wî bixwazim, yanî biyate bikim. Lê min ev bi tu awayî nekir. Îro jî keda mina bi salan tune dihesibîne û ez ji zanîngehê avêtim."

Adakli, aşkera kir ku sedemeke ji karavêtina wê jî ji ber ku di nava BAK'ê de cih digire. Adakli piştrast kir ku ew feda kirin û bûn xwediyê desthilatdariyê.

Adakli bi lêv kir ku di halî hazir de li zanîngehê tu perwerdevan jî nayên dîtin û got "Zanîngeh êdî bûne navendên desthilatdariyê." Adakli da zanîn ew dest ji têkoşîna xwe bernade, dê dozê bibe Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, dê ne tenê di aliyê hiqûqî de, dê di her qadê de têkoşîna xwe berdewam bike.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN