Huner bê îrade nabe!

AMED- (DÎHA) – Hunermendên ku beşdarî çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin bûne diyar kirin ku huner bê îrade nabe ji ber vê yekê jî xwedî li îdayeka xwe derdikevin û di çalakiyê de cih digirin.
Greva birçîbûnê ya ku bi pêşengiya KCD, HDK, KJA, DBP û HDP’ê ve ji bo ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan agahî bê girtin hatiye destpêkirin di roja 3’yemîn de berdewam dike. Hunermend jî bi slogana “hûner bê îrade nabe” di grevê de cihê xwe digirin. Hunermedên ku diyar kirin Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji ba wan îradeye anîn ziman ku ew ji bo azadiya îradeya xwe tevlî vî grevê bûne û heta ku encamê bigirin dê paş ve gav neavêjin.
‘Em azadiya Rêberê xwe esas digirin’
Lîstikvana şanoyê Berfîn Emektar diyar kir k udi çalakiyeke bi vî rengî dîrokî de weke hunermendeke gel xwestiye cih bigire û wiha berdewam kir: “Ez ewil weke jin piştre jî weke hunermend wekî hebûna xwe dibînin. Em xwe bi wî re azad hîs dikin. Dema ku em hunera xwe pêk tînin jî ji felsefe û îdiolojiya wî îlhamê digirin. Çawa ku kesnikare pêşiya xwe bibine em weke hunermend jî nikarin pêşiya xwe bigirin û wekî kesekî ku tenê dikare pêşiya me ronî bike jî Rêberê xwe dibînin. Me azadiya wî esas girt û xebatên xwe pêk anî û îro jî vê yekê esas digirin û dest bi çalakiyê kir. Azadiya wî tenê ne ji bo kurdan ji bo hemû gelan girîng e. Ew ê azadiyê pêk bîne û demokrasiya esasî bîne welat.”
‘Me bi baweriyeke xurt dest pê kir’
Berfîn diyar kir ku daxwazên çalakiyê daxwazên mirovî ne û wiha got: “Em ê ji daxwaza xwe paş ve gav neavêjin û heta ku ji Rêberê xwe agahî bigirin çalakiya xwe bidomînin. Em dizanin ku ji bo gelê me din ava şer de nejî û azad bibe divê Rêberê me azad be. Pêwîste me em ê çalakiya xwe xurtir bikin. Me bi baweriyeke mezin dest bi çalakiyê kir em 6 hevalên hunermend li vir in. Heta ku îradeya me azad be em ê li vir bin.”
‘Huner bê îrade nabe’
Derhêner Îbrahîm Yildirim jî wiha got: “Em demeke dirêj e ji Rêberê xwe nikarin agahî bigirin û ji ber vê yekê bi fikar in. Lİ ser vî esasê Rêbertî ji bo me îrade ye û em wî wekî rêber dibînin. Ji ber vê yekê jî civakeke bêîrade nikare bijî û ji bo ji rêbertiyê agahî bêgirtin gelek çalakî hatin lidarxistin. Lê dewletê bersivekî erênî neda. Rayedarên dewletê dibêjin rewşa wî baş e lê em rasterast dixwazin ji wî agahî bigirin. Het çalakiya me encamê bigire em ê bidomînin. Hemû hevalên me bi biryar in.”
‘Em mecbûr in xwedî li îradeya xwe derkevin’
Yildirim destnîşan kir ku ji bo gelên Kurdistanê tekane rojev Rêberê PKK’ê Ocalan a û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em dibînin ku ji qelek qadên civakê beşdarî çalakiyê bûne. Peyame me ya hevpar azadiya Rêberê me ye. Em hemû Rêbertiyê wekî îradaye xwe dibînin ji bo îradeya xwe me dest bi çalakiyê kir. Em wekî hunermend dibêjin ku huner bêîrade nabe, heke em dixwazin hunera me pêş bikeve divê em ewil xwedî li îradeya xwe derkevin. Pêwîstiya vî gelî, hunerê û xwezayê bi îradeyê heye. Pêwîstiya hemû kesên cihanê bi îdeolojî û perspektîfa wî heye.”
(sa)