DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Bendên dewetê esnafên Êlihê mexdûr dike

 
7 Îlon
09:48 2016

ÊLIH (DÎHA) - Watîtiya Êlihê û Midûryet Polîsan a Êlihê bi blokên betonî dora gelek avahiyan peçan. Ev tevdîra qaşo hêzên dewletê ji bo ewlehiyê dikin esnafên li bajêr mexdur dike.

Ji ber polîtîkaya şer a dewletê tirk li Tirkiye û Kurdistanê şerekî dijwar diqewime, hêzên dewletê di bin navê ewlehiyê de ji bo qereqolên xwe ji êrîşên bombeyî ên gerîlayên HPG'ê biparêze dora avahiyên dewletê bi blokên betonî dipêçe. Watîtiya Êlihê, Midûryet Polîsan a Êlihê û Midûryeta Şaxa Hêzên Çevîk dora hemû avahiyên xwe bi pêçan û xwe di nava betonan de hepis kirin.

Piştî Kolna Zekeriya Aydin (Kolana Demokrasiyê) ji hêla Midûryeta Polîsan û Walîtiya Êlihê ve bi blokên betonî hat pêçan, rê ji trafîkê re hat girtin û esnafê li herêmê hat hepiskirin.

‘Bend karê me asteng dike’

Welatiyê bi navê H.B. ê ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bêje, diyar kir ku ew jî li herêmê esnaf e û ji ber ku riya li kolanê bi blokên betonî hatiye girtin, nikarin kar bikin û ji ber vê rewşê gelekî tengasiyê dikişînin. H.B. got "Berî ku kolan bê girtin karê wan baş bû" û wiha pêde çû: "Lê piştî beton hatin danîn û rê hatin girtin, em gelek tengasiyan dikişînin. Ev jî têr nake maşînên ku em li ber kargehên xwe park dikin jî polîs ceza li me dibirin."

Esnafên Êlihê aşkera kirin ku ev pêkanî bandoreke neyînî li ser karê wan dike, xwestin dewlet bes wan mexdûr bike.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN