DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Greva birçîbûnê ket roja 3’yemîn

 
7 Îlon
09:40 2016

AMED (DÎHA) – Çalekiya greva birçîbûnê ya ku bi armanca agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê girtin di 5'ê Îlonê de hat destpêkirin di roja 3’yan de berdewam dike. Parêzerên Oclana çalakvan ziyaret kirin û diyar kir ku roj bi roj fikarên wan zêde dibin.

Çalekiya greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger ku li Amedê bi pêşengiya DTK, HDK, KJA, DBP û HDP bi armanca ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî bê girtin di 5'ê Îlonê de hat destpêkirin bi eleqeyek mezin 2 roj li pey xwe hişt û di roja 3’yan de berdewam dike. Çalekiya greva birçîbûnê li bendêye îro jî rastî gelek ziyaret bê.

‘Em dixwazin ji Ocalan agahî bigirin’

Çalekiya greva birçîbûnê ya di nav rojê rastî eleqeya gel hat di saetên sibehê de Hevserokê Kongreya Civak Demokratîk (KCD) Hatip Dicle, Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdağ û Berdevkên Kongreya Demokrtaîk a Gelan (HDK) Gulistan Koçyigit û Ertugrul Kürkçü ziyaret kirin. Di ziyaretê de Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Berdevkê HDK’ê Ertugrul Kurkçu daxuyanî dan çapemeniyê û di daxuyaniyên xwe de bertek nîşanî daxuyaniya wezîrê Dadê Bekir Bozdag a der barê Îmraliyê dan û gotin ew ne ji Bozdag, ew dixwazin ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî bigirin.

‘Stranan gotin ‘

Di saetên pêş ên di nav rojê de Hevseroka HDP Fîgen Yuksekdağ ve xwarziya Ocalan û parlementera Rihayê Dîlek Ocalan ji çalekvanan re stranan gotin û moral dan çalekvanan. Berê êvarê jî malbatên ku zarokên wan di berxwedana Sûrê de jiyana xwe ji dast dan, Meclîsa Dayîkên Aştiyê, Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli, hevşaredara Şaredariya Rezan Bîrsen Kaya, Rêxistinên DBP ve HDP’ê yên navçeyan, MEYA-DER û xebatkarên şaredariyên Rezan û Peyasê çalekvanan ziyaret kirin û piştevaniya xwe ya bi wan re anîn ziman.

‘Roj bi roj guman zêde dibin’

Di saetên êvarê de parezarên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û endamên Buroyên Hiqûqê yên Sedsalê yên Stenbol û Enqerê û hunermendên Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê jî çalekvanan zîyaret kirin. Di zîyaretê de li ser navê parêzeran İbrahîm Bîlmez axivî da û diyar kir ku gumanên wan ên der barê mûwekîlî wan Ocalan de roj bi roj zêde dibin û wiha got: "Em hêvî dikin çalekiya greva birçîbûnê bibe sedema aşitiyê. Piştî daxuyaniya Bilmez hunermendên Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê stranan gotin û moral dan çalekvanan.

Di nav rojê de ji bo kesên ku çalekvanan zîyaret dikin hestên xwe yên der barê Rêbarê PKK'ê Abdullah Ocalan û çalekvanan de bi nivîsînin Lênûska bi navê ‘Nîşeyên ji bo Îmraliyê’ li ber deriyê Eywana Wedat Aydın a ku çalekî lê pêk tê hat danîn.

(ekîp/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN