Karkerên Şaredariya Akdenîzê: Em ê qayûmê nas nekin
MÊRSÎN (DÎHA) - Hikûmeta AKP'ê şaredariyên ku bi riya hilbijartinê bi dest nexistiye, bi derxistina KHK'yan qayûmê davêje ser şaredariyan û vîha gel gasp dike. Xebatkarên Şaredariya Akdemîzê ya HDP'ê diyar kirin ku ew dê qayûmê nas nekin.
Hikûmeta AKP'ê destpêkê bi riya Qanûna Tûrikî xwest dest dayne ser şaredariyan, pişî ev hewldan ji hêla meclisê ve hat betalkirin, AKP'ê vê carê bi riya Biryarnameyên Hukmê Qanûnî (KHK) qayûmê davêje ser şaredariyan û vîna gel gasp dike. Şaredariyên DBP'ê bertek nîşanî vê rewşê dan. Xebatkarên Şaredariya HDP'ê ya Akdenîza Mêrsînê jî diyar kirin ew dê vê bi tu awayî qayûman nas nekin.
'Em ji peywîrê bên gitin jî em ê nas nekin'
Xebatkarê şaredariyê Cengîz Gul, aşkera kir ku hikûmetê bi riya KHK'yan hemû muxalîf hedef girtine, desthilatdariyê şaredariyên ku gotinên xwe li ser wan nikare pêk bîne, dixwaze vîna hemû aliyên bi hêz teslîm bigire. Gul got ku bi vê riyê dixwazin bi vê riyê HDP'ê tasfiye bikin, lê dê bi tu awayî qayûman nas nekin û wiha axivî: "Ji ber ku qayûm derveyî rewabûnê ye. Em ji peywîrê bên girtin jî em dê qayûman nas nekin."
Xebatkarê bi navê Mahmut Erçel jî destnîşan kir ku AKP bi riya qayûman kesên ne aydê wan bin gasp dikin û wiha pêde çû: "Vîna ku ji hêla gel ve hatiye diyarkirin dê kes nikaribe dest dayne ser. Ji ber wê em dê qayûman nas nekin." Mikaîl Olmez jî bertekên xwe bi van gotinan anî ziman: "Hevşaredarên ku me bi hilbijartinê anîne ser kar dê kes bi qayûmê nikaribe ji kar bavêje."
(ms)