Di serdema OHAL'ê de binçavî, girtin û îşkence zêde bûn

MÊRSÎN (DÎHA) - Piştî îlan kirina Rewşa Awarte (OHAL) li herêma Çukurovayê di serdagirtinên malan de 146 kes hatin binçavkirin, ji van 18 kes hatin girtin. Bi pêkanînên wekî lêgerîna tazî û îşkenceya li girtîgehan, li girtîgehan jî polîtîkayeke taybet di dewrê de ne.
Piştî hewldana derbeyê di 20'ê Tîrmehê de OHAL hat îlankirin, li Tirkiye û bi taybetî li Kurdistanê binpêkirinên mafan di asta herî jor de ye. Her çendî Serokwezîrê tirk Bînalî Yildirim bi gotinên wekî "Me OHAL li hemberî xwe pêk anî" bi kar bîne jî ev pêla faşîzmê li dijî beşên demokratîkxwaz di mereyetê de ye. Kurdistaniyên di salên 90'î de li Kurdistanê koçî bajarên wekî Mêrsîn, Edene, Antalya, Osmaniye û Hatayê kirine, di bin zextên OHAL'ê yên çend mehan de 146 kes hatin binçavkirin, 18 kes hatin girtin.
Piştî OHAL'ê di serdagiritnên li Mêrsînê de nûçegîhanên rojnameya Evrenselê Cemîl Ugur, Îbrahîn Halîl Polat û Berdevkê TUHAD-FED'ê Ahmet Oguz jî di nav de 50 kes hatin binçavkirin.
Bi îdiaya "endamên Cemaeta Gulen in" 5 endamên Egîtîm Senê, 2 endamên BES'ê ji peywîrê hatin girtin, endamekî BES'ê hat girtin. Berî 20 rojan li Mêrsîn piştî welatiyê bi navê Ahmet Altay hat binçavkirin, kurê wî Resul Altay dema pirsa bavê xwe ji polîsan kir, polîsan bersiva "Tuyê çi ji bavê xwe bikî, tuyê wî bişînî çiyê" gef li Altay xwarin.
Welatiyê bi navê Mehmet alî Cîntan di 28'ê tebaxê de dema hat binçavkirin, polîsan îşkence li wî kir û Cîntan îşkenceya polîsan bi wêneyan piştrast kir.
Her wiha nûçegîhanên Evrenselê piştî hatin binçavkirin, li midûyeta polîsan hatin îşkencekirin û gefa "Dê aqûbeta Metîn Goktepe bê serê we" li wan hat xwarin.
Bi pêkanînên Biryarnameyên Hukmên Qanûnî (KHK) re girtîgeh veguherîn navendên îşkenceyê. Bi OHAL'ê re li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrsînê zext zêde bûn, di koxûşên 7 kesî de 12 kes tên ragirtin. Derket holê ku heftê de tenê carekî ava germ didin girtiyan.
Dîsa li Girtîgeha Tîpa C a Jinan ya Tarsusê malbatên diçin serdana xizmên xwe di lêgerîna tazî re tên derbaskirin, dîsa girtiya nexweş Leyla Kirboga tedawiya wê nayê kirin.
Di serdagirtinên li Edeneyê de xebatkarê rojnameya Azadiya Welat Hakan Ergun, endama MYK'ê ya SKM'ê Serpîl Arslan, endama SYKP'ê Denîz Kurdoglu jî di nav de 64 eks hatin binçavkirin. Xebatkarê Azadiya Welat Hakan Ergun jî di nav de 9 kes hatin girtin. Welatiyên di bin çavan de ji hêla polîsan ve hatin îşkencekirin. Dîsa zarokê bi navê H.M. ê 17 salî 6 rojan di bin çavan de Sirûda Îstiklalê bi wî dan xwandin.
Dîsa di serdagirtinên malan de 10 xebatkarên HDP'ê hatin binçavkirin, 7 jê hatin girtin.
Di operasyona li dijî xendekarên zanîngehê de 22 kes hatin binçavkirin, 2 kes bi îdiaya "heqaret li serokomar kirine" hatin girtin, 2 xwendekar jî bi îdiaya "endamên rêxistinê ne" hatin girtin. Dîsa Rozerîn Ozer a berî 5 rojan hat binçavkirin, binçavkirina wê ji hêla Midûryeta Polîsan a Antalyayê ve nayê qebûlkirin.
Girtî di binê îşkenceyê de ne
Girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê tên girtin, di serşo, şadir û korîdorên koxûşên wan de kamera hatin bicihkirin. Nûçegîhanê me Feyyaz Îmrak jî di nav de îşkenceyên dijwar li girtiyan hatin kirin û 25 girtî birîndar bûn.
(ms)