Serdem temsîla berxwedan û ruhê rêhevaltiyê bû
MÊRDÎN (DÎHA) - Endamê YPS'ê Alî Aydemîr (Serdem Wedat) bi 7 hevalên xwe re di 12'ê Tebaxê de li Nisêbînê di şer de jiyana xwe ji dest da. Dayika Aydemîr, Mehdiye Aydemîr diyar kir ku kurê wê gelekî ji ragihandinê hez dikir û got: "Herî zêde dixwest bibe rojnamegerekî azad." Alî Aydemîr ji bavê xwe re jî gotibû 'Heta ku hevalekî min jî mabe ezê şer bikim. Ez Nisêbînê tenê nahilêm."
Endamê YPS'ê Alî Aydemîr (Serdem Wedat) li navçeya Nisêbîna Mêrdînê bi 7 hevalên xwe re di 12'ê tebaxê de di pevçûnekê de jiyana xwe ji dan. Aydemîr di berxwedana Nisêbînê ya bêhempa de heta guleya xwe ya dawiyê li ber xwe da. Aydemîr dema ji bo 7 hevalên xwe ji dorpêçkirina polîsan xelas bike bi awayekî qehremanî şehîd dikeve. Aydemîr bi berxwedana xwe ya dîrokî çend hevalên xwe yên YPS'î xelas dike.
Alî Aydemîr li gundê Xursa Navê yê girêdayî navçeya Qoserê ya Mêrdînê di 12'ê hezîrana 1988'an de tê dinê. Aydemîr dibistana seretayî li gundê jê dayik bû xwend. Dibistana navîn li Qoserê, lîse jî li Stenbolê xwend. Aydemîr piştî lîseyê xilas dike di sala 2010'an de dikeve ezmûnê û Zaningeha Egeyê ya Îzmîrê beşa Televîzyon û Radiyoyê qezenç dike. Aydemîr dema diçe zaningehê tevli xebatên ciwana dibe û bi awayekî aktîf xebatên xwe dimeşîne. Aydemîr her tim ji hêla polîsan ve dihat binçavkirin û bi gefên mirinê li dihat xwarin. Aydemîr tu carî ji xebatên xwe şûnde gav navêje û her tim xebatên xwe pêşt dixe. Piştî demekê zorderiya polîsan li ser Aydemîr zêde dibe û ew jî êdî hew îdare dike û berê xwe dide çiyê.
'Ez naçim zaningeha tolazan'
Aydemîr di sala 2013'an de dema tevli refên gerîlayan dibe navê apê xwe Wedat Aydemîr yê di sala 1996'an di Girtigeha Bayrampaşayê ji bo qetil kirina 11 dîlên siyasî yên li Girtîgeha Amedê tên qetilkirin şermezar bike, bedena xwe dide ber agair li xwe dike. Malbata Aydemîr dayik, bav û birayê wî behsa jiyan û berxwedana wî kirin. Dayika Aydemîr, Mehdiye Aydemîr diyar kir ku dema bangî kure xwe dikir bi navê 'Reşo' bang li wî dikir û wiha axivî: "Serdem piştî 12 saliya xwe çû bajarên Tirkiyey. Ez çiqasî behsa Serdem bikim dê kêm bimîne. Di zaroktiya xwe de heta mezinbûna xwe tu carî dilê min neşikand. Yekî pir disust bû. Tiştê dixwest her tim dihanî cîh. Kurê min Serdem di dibistanê de pir serkeftî bû. Destpêkê zaningeha taybet qezenç kir lê got 'ez jî wek havalên xwe biçim zaningeha normal. Ez naçim zaningeha tolazên dewlemend.'"
'Serdem bi awayekî qehremanî şehîd ket'
Dayik Aydemîr destnîşan kir ku kurê wê Serdem beşa Radiyo û Televîzyonê ya Zanîngeha Egeyê qezenç kiriye û wiha berdewam kir: "Serdem pir ji ragihandinê hez dikir. Herî zêde dixwest biba rojnamegerekî azad. Digot ez ê zilma dewletê ya li ser gelê me raxim ber çavan. Lê nehiştin. Min ji wî re wênekêşek kirî bû. Zahf kêfa wî ji wênekêşa wî re dihat. Serdem tiştên luks tu carî nedixwest. Ji ber ku gelekî ji rojnemegeriyê hez dikir. Ji min re got 'dayê pêdiviya min ji wênekêşê re heye'. Sala wî ya ewil bû min ji wî re diyarî kir. Nêzî sê salan bi kar anî. Berî biçe wênekêşa xwe şand malê. Min got kurê min çima te wênekêşa şand malê? Serdem jî got 'dayê dibe tamîr bibe.' Wênekêşa wî jî saxlem bû. Min ewilî fahm nekir ew ê biçe. Serdem wênekêşa xwe hişt û çû. Ji ber zorderiya polîsan berê xwe da çiyê. Her tim polîs li me digeriyan. Digotin 'kurê te di nav rêxistinê de ye, jê re bêjin bila dibistana xwe bixwînin.' Min jî got 'ger hûn dest ji kurê min berde dê dibistana xwe bixwîne.' Ji wê roja pêv de êdî hew li min geriyan. Serdem carekî ji hêla polîsan ve hat binçavkirin. Di bin çavan de sîxurî li ser wî ferz kiribûn. Serdem jî bersiva 'ez tu carî rûmeta xwe naxim bin lingan. Min sond xwariya û ez tu carî ji ser vê riye venagerim.' Ez heta dawiyê bi kurê ser serbilind im. Ez tu carî wî ji bîr nakim. Bi kenê wî, henekî wî, rabûn û rûniştina wî, sekina wî tu carî ji bîr nakim. Serdem bi awayekî qehremanî şehîd ket. Dema hevalê xwe diparêst şehîd dikeve. Ev serbilindiyek mezin e."
'Ez hatim doza zarokên me biparêzim'
Dayik Aydemîr di dewama axaftina xwe de aşkera kir ku piştî agahiya hatina kurê xwe bihîst, berê xwe dide Nisêbînê û ev tişt got: "Serdem li taxa Koçeran bû. Ez gelek carî çûm ba wî. Dema qedexeya 14'ê Adarê ez ji cem wî hatim. Min got kurê min te çima li min wiha kir? Te ez hiştim û tu çûyî. Min got hevalên te hemû zewicîn, zarokên wan çêbûn. Serdem bersiva 'dayê tu ji min dawetê û zarokan dixwazî? Dayê hemû zarok wek zarokên me ne. Ew hemû şervanên me ne. Ez hatime doza zarokên me biparêzim.'"
Dixwest bibe nûçegîhanê şer
Bavê Aydemîr Nesîh Aydemîr jî da zanîn ku birayê wî bi navê Elî di salan 1963'yan de dema derbasî Rojava dibe, ji hêla hêzên dewleta tirk ve tê qetil kirin û navê birayê xwe li kurê xwe dike. Bav Aydemîr bi lêv kir ku birayê wî jî û kurê wî jî di meha tebaxê de jiyana xwe ji dest danin û wiha pêde çû: "Kurê min yekî pir cuda bû. Ne ez pesnê kurê xwe didim, bi rastî kurê min ji 9 saliya xwe di nav tevgerê de bû. Dema Serdem li ba min bû wek 4 zilamê bi çek li ba min be. Yekî pir wêrek bû. Serdem ji bo hevalên xwe bîne ser rastiye 3 saet bes bû. Yekî pir zanyar bû. Hemû hevalên wî jê xweş bûn. Tu zirara wî negihaşt tu kesî. Hemû hevalên wî bi şehadeta wî êşiyan. Serdem her tim bi gelê xwe re girêdayî bû. Berî biçe zaningehê di nav ciwanên Stenbolê de dixebitî. Tu mîtîng, Newroz, meş û daxuyanî nedihişt. Serdem dixwest biba nuçegihanê şer. Pir dixwest biba nuçegihan. Lê nehiştin. Mertebeya şehîdiyê hîn pîroztir e. Serê min her tim bi kurê min bilind e."
'Şahadeta min heye, lê reva min tune ye'
Bav Aydemîr bi lêv kir ku di serê sala 2016'an de çûye Nisêbînê ba kurê xwe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez çûm ba kurê xwe min wî dît. Gotina min a ewilî jî min jê re got kurê min hûn ketin vira dê bi tank û topan êrîşî we bikin, hûn dizanin bê ka dewleta tirk çiqasî hov e. Ji bo 4 hevalan bi tank, top û balafiran dê êrîşî we bikin. Serdem jî ji min re got 'baba bila tu jî baş bizanî çavên te bila ne li riya min be. Ya şahadete ya jî serkeftin e. Şahadeta min heye, lê reva min tune ye. Heya tenê hevalekî min jî bimîne ez ê şer bikim. Ez bi xwîna apê xwe Wedat sond dixwim heta ez tenê bimînim jî ez Nisêbînê tenê nahilêm û ez ê li ber xwe bidim.' Dibe Serdem niha bi fîzîkî ne li ba me be. Lê rihê wî her tim li ba me ye. Tu carî nayê ji bîr kirin. Ne ew ne jî berxwedana wî nayê ji bîr kirin. Ez tim dibêjim ne Serdem û ne hevalên Sedem tu carî namirin. Ew ê her tim di mejiyên me de bijîn."
'Ez ê hemû derew û neheqiyên dewleta tirk derxim holê.
Kekê Serdem, Rêzan Aydemîr jî der barê birayê xwe de ev tişt anî ziman: "Birayê min yekî pir dirust bû. Ez heft salan jê mezintir im lê tiştên Serdem dizanî min nizanî bûn. Yekî pir pêşketî bû. Dema Serdem dixwest tiştekî bike pêk tanî. Ji zarokan hez dikir, ji mezina hez dikir. Hemû kesan jî ji wî hez dikir. Ji rojnamegeriyê pir hez dikir. Pir dixwest biba rojnameger. Bi taybetî nûçegihanê şer. Digot 'ez ê hemû derew û neheqiyên dewleta tirk derxim holê.' Lê nehiştin bibe rojnameger. Wênekêşa xwe ji mere hişt. Wek bîranînekî ji mer hişt. Dema ez li vê wênekêşê mêze dikim, Serdem tê bîra min. Serê min her tim bi Serdem bilind e. Şehîd namirin. Riya wî riya me ye."
(kom/ms)