Şawata daristana Colemêrgê tirsê zêde dike
COLEMÊRG (DÎHA) - Li navenda Colemêrg û navçeyên wê ji ber bombebarana leşkerî şewata daristanan hat asteke tirsnak. Şewata ku heya niha bi sedan donim daristan tûne kir, her diçe mezintir dibe û vemirandina daristanan ji ber hincetên “ewlehiyê” tên astengkirin.
Li navenda Colemêrg û navçeyên wê Şemzînan, Gever û Çelê di demên dawîn de şer mezintir bû, şewata daristanan a ji aliyê leşkeran ve tên derxistin bi rojan e berdewam dike û mezintir dibe. Şewata ji ber êrîşên leşkerî derket, sedan donim daristan tune kir. Hewldana vemirandina şewatê jî ji ber hincetên “ewlehiyê” tên astengkirin.
Li Şemzînanê şewat bi rojan e berdewam dike
Li navçeya Şemzînanê şewata daristanan her ku diçe zêde dibe û hat asteke tirsnak. Şewata li herêma Bermêşê ya nêzî 10 kîlometre dûrî navçeyê ye, di rojên dawîn de derketibû mezintir dibe. Dîsa şewata ku leşkerên Qereqola Şapatanê bi benzînê derxistibû bi sedan donim erd şewitand. Şewat her diçe mezintir dibe li gelek herêman bi rehetî tê dîtin ber bi herêmên Mêrga Kêşa û Kaniya Spî ve belav dibe. Welatiyên dixwazin vemirînin jî bi hinceta “ewlehiyê” tên astengkirin.
Bi 'qedexeyê' şewat dest pê dike!
Li çoltarên navenda Colemêrga ku di bin navê “herêmên ewlehiya taybet” de hatine qedexekirin jî rewş heman e. Bi taybetî piştî li gundên Talê, Rindikê ya li ser riya Colemêrg-Çelê ye, bi îlankirina “qedexeya derketina derve” re gelek qad hatin sotin. Şewata ji ber bombebaranê derket jî gelek cihên çandiniyê yên welatiyan jî zirarek mezin dît. Li ser riya Colemêrg-Wanê jî ji ber şewata rojen dawîn de derketibû 20 hezar şitil şewitîbûn û 2 roj ewilî heman rojê gelek cihên gihayan jî ji ber operasyona leşkerî hat sotin. Hat ragihandin ku gelek cihan hêj şewat berdewam dike.
Ber bi navenda gund diçe
Li navçeya Çelê jî piştî şerên mezin ên di navbera gerîlayên HPG/YJA-Starê û leşkeran de dest pê kir şewata daristanan zêdetir bûn. Bi taybetî li Geliyê Tiyarê û çoltara gundê Gêmanê ji ber bombebarana hewayî şewat derket. Ji bo vemirandina şewata daristanan serlêdanên ji bo Midûriyeta Karên Av û Daristanan jî bê encam man. Şewat ber bi gundê Gêmanê ve tê û welatî li hember vê bi guman in.
Oremarê ev 3 roj in dişewite
Li herêma Oremarê ya Geverê jî ji ber topbarana qereqolan 3 roj ewilî di qadeke mezin de şewat derket. Şewata ji aliyê leşkerên Qereqola Şitazinê ve bi hinceta “ewlehiyê” hat derxistin jî bû sedema tunebûna sedan daran. Komên girêdayî îtfaiyeyê jî ji ber şert û mercên xwezaya wir nikarin mudaxaleyî şewatê bikin.
(kom/gka/ms)