Ji bo mamoste Kumru kampanya

ÎZMIR (DÎHA) - Mamoste Kumru Konak a 2 sal berê di binê xercê betonî de ma û ji wê rojê ve li erdê ye, ji bo tedawiya wê li derveyî welat bê kirin, malbata wê kampanyaya alîkariyê da dest pê kirin.
Mamosteya Wêje û Zimanê Tirkî Kumru Konak berî 2 salan li navçeya Geverê ya Colemêrgê dema li înşaeta kêleka mala wan beton dihat rijandin, xercê betonî bi ser wê de rijiya û di binê xercê de ma. Konat ji wê rojê ve careke din bi ser xwe de nehat û têkoşîna jiyanê dide.
Konak qasî 3 hefeyan li Fakûlteya Tibê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê hat dermankirin û piştre sewqî Nexweşxaneya Zanîngeha Egeyê ya Îzmirê hat kirin, di 6 mehên tedawiyê de tu encam nehat girtin, herî dawî nexweşxaneyê biryara "rehabîlîtasyona beşa lezgîn" girt. Lê ji ber ku li Tirkiyeyê beşa rehabîlîtasyonê tune, nexweşxaneyê rapora divê 6 mehan li Almanyayê tedawiya rehabîlîtasyonê bibîne ji bo Konak amade kir.
Wezaretê destûr neda
Nexweşxaneya Zanîngehê ji bo Konak rapora "Divê 6 mehan bi refaqatvan re li Almanyayê li nexwşxaneya Klînîken Schmieder Neurogisches Fach und Rehabilitationskrankenhaus Allenesbachê di beşa lezgîn de bê dermankirin" amade kir, lê rapor ji hêla Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwedeya Nûmûneyî ya Enqereyê ya girêdayî Wezareta Tenduristiyê ve nehat qebûlkirin. Malbata Konak aşkera kir ku ji bo wan 150 hezar lîre mesref hatiye derxistin, ji bo kampanyaya piştgiriyê destek xwestin.
'Em li benda piştgiriyê ne'
Kekê Konak Alî Akber Konak, da zanîn wan tedaviyên xwişka xwe yên wekî Osteopat, fîzyoterapî û refleksojî bi derfetên xwe pêk anîne, ji bo kontrolê jî bi ambûlansê dibin û nexweşxaneyê tînin. Konak piştrast kir Nexweşxaneya Nûmûne ya Enqereyê ji bo Kumru li derve bê derman kirin, rapora red kiriye û ev tişt got: "Em bi bi derfetên xwe tedawî dikin û me ji bo vê jî kampanya da destpê kirin. Gelek kesên wekî Kumru hene. Divê her kes xwedî li Kumru û kesên wekî Kumru derkevin. Em li benda piştgiriyên her kesî ne."
Kesên bixwazin piştgiriyê bidin kampanyayê dikarin xwe bi navnîşanên li jêr xwe bigihînin agahiyan:
0535 643 26 30 - 0533 035 89 32 - 0531 859 53 35
Navê Hesap: Kumru Konak Ziraat Bankası Şaxa Îzmirê
Hesap No:0137-441720185007
IBAN:TR48 0001 0001 3744 1720 1850 07
(ms)