Tiryak ji bo ciwanên kurd serbest e

AYDIN (DÎHA) - Bavê E.T. (30) A.T. ji bo kurê xwe yê fêrî tiryakê bûye û ji şebekeya tiryakê, rizgar bike çû li Midûriyeta Polîsan a Sultanhisarê gilî kir. Lê midûriyeta polîsan li şona dest bi lêpirsînê bike, xwest wî îkna bike û dest ji gilî berde.
Li navçeya Sultanhisarê ya Aydinê ciwanên kurd sewqî tiryak û esrarê dikin. Malbatên ku diçin midûriyeta polîsan û dixwazin rê li pêş tiryakê bê girtin jî rastî astengiyên midûriyeta polîsan tên. Piştî ciwanê bi navê N.G. di 5'ê Îlonê de ji DİHA re axivî û qala şebekeya tiryakê kir, malbatan çûn li midûriyeta polîsan glî kirin, lê giliyê malbatan li ber çavan nehat girtin. Li navçeya Sulhanhîsarê ku ciwanê 26 salî Yavuz Kaya ji ber tiryakê jiyana xwe ji dest da. Tememê kişandina bonzaî daketiye 10 salî.
Piştî tiryak zêde bû û ciwan katin nava tora tiryakê Bavê E.T. (30) A.T. ji bo kurê xwe ji nava tor û şebakeya tiryakê rizgar bike çû li Midûriyeta Polîsan a Sultanhîsara Aydinê gilî kir. Lê rayedarên midûriyeta polîsan xwest bav îkna bike û gilî neke.
Bav. A.T., diyar kir ku kurê wî ketiye nava tora tiryakê. Ji bo kurê xwe ji vê torê rizgar bike li midûriyeta polîsan gilî kir, lê midûriyeta polîsan xwest dest ji gilî berde. Bav anî ziman ku kurê wî neçûye leşkeriyê û wiha got: "Kurê min neçûye leşkeriyê. Dema min got hûn çima wî nabin leşkeriyê. Polîsan got 'Lêgerîna wî tune ye.' û xwestin ez dest ji gilî berdim.
Bav anî ziman ku kurê wî li ber çavê polîsan tiryakê dikişîne û wiha got: "Dema min ji polîsan pirsî çima hûn wî binçav nakin, polîsekî got 'Li ber çavê me dikişîne. Em wî binçav bikin jî dest jê bernade.' Polîs dixwazin piştî mir û şûnde wî binçav bikin.
Ez dê heta dawî bi şopa vê mijarê bikevim."
(mae)