ROJEVA 07'Ê ÎLONA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
* Endamê YPS'ê Alî Aydemîr (Serdem Wedat) bi 7 hevalên xwe re di 12'ê Tebaxê de li Nisêbînê di pevçûnekî de jiyana xwe ji dest dan. Dayika Aydemîr, Mehdiye Aydemîr diyar kir ku kurê wê gelekî ji ragihandinê hez dikir û got: "Herî zêde dixwest bibe rojnamegerekî azad." Bav Nesîh Aydemîr jî der barê kurê xwe ev tişt vegot: "Dema ez çûm Nisêbînê li gel Serdem ji min re got 'Şahadeta min heye, lê reva min tuneye. Heya tenê hevalek min bimîne ez ê şer bikim. Ez bi xwîna apê xwe Wedat sond dixwim ez tenê bimînim jî ez ê Nisêbînê tenê nahilêm û ez ê li ber xwe bidim.'"
* Hikûmeta AKP'ê şaredariyên ku bi riya hilbijartinê bi dest nexistiye, bi derxistina KHK'yan qayûmê davêje ser şaredariyan û vîha gel gasp dike. Xebatkarên Şaredariya Akdemîzê ya HDP'ê diyar kirin ku ew dê qayûmê nas nekin.
* Piştî îlan kirina Rewşa Awarte (OHAL) li herêma Çukurovayê di serdagirtinên malan de 146 kes hatin binçavkirin, ji van 18 kes hatin girtin. Bi pêkanînên wekî lêgerîna tazî û îşkenceya li girtîgehan, li girtîgehan jî polîtîkayeke taybet di dewrê de ne.
* Bêrîvana di 10 saliya xwe de bi veşarî tembûra xuşka xwe lêxist û ji mal direvî û diçû kursa tembûrê, niha li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê dest bi kursê kiriye. Mamostayê wê Ferhat Tutşi diyar kir ku Bêrîvan xwendekarek pir jîr e, ji bo heskirina wê ya ji tembûrê dê tembûrek profesyonel diyarê wê bike.
* Mamosteya bi navê Kumru Konak berî 2 salan di binê xercê betonî de ma û ji wê rojê ve li erdê ye, ji bo tedawiya wê li derveyî welat bê kirin, malbata wê kampanyaya alîkariyê da dest pê kirin.
* Piştî TSK'ê axa Rojava dagir kir, êrîşên li dijî gelên herêmê jî zêde bûn û herêma Hatayê jî bûye navenda çeteyan. Wargeha Atme ya aliyê Sûriyeyê cih digire, demên borî wekî herêma tabpon dihat bi kar anîn, di demên dawî de bûye cihê koordînasyona MÎT, çeteyên El Nusra û Ahrar El Şamê. Li ser Hatayê re çeteyan derbasî Ezaz û Cerablusê dikin.
* Li navenda Colemêrg û navçeyên wê ji ber bombebarana leşkerî şewata daristanan hat asteke tirsnak. Şewata ku heya niha bi sedan donim daristan tûne kir, her diçe mezintir dibe û vemirandina daristanan ji ber hincetên “ewlehiyê” tên astengkirin.
*Seroka Nûnertiya TUHAD-FED'ê ya Enqereyê Havva Ozcan, diyar kir ku piştî îlana OHAL û zagonên KHK'ê hemû mafê girtiyan ên hatine qezençkirin ji destê wan hatine derxistin. Ozcan, anî ziman ku girtî rastî surgun tacîz êrîşan tên.
*Bavê E.T. (30) A.T. ji bo kurê xwe yê fêrî tiryakê bûye û ji şebekeya tiryakê, rizgar bike çû li Midûriyeta Polîsan a Sultanhisarê gilî kir. Lê midûriyeta polîsan li şona dest bi lêpirsînê bike, xwest wî îkna bike û dest ji gilî berde.
* Doza der barê 50 kesên ku 7 ji wan girtî, parêzeren OHD'ê Ramazan Demîr û Ayşe Acînîşkî, rêveberên TUAD'ê jî di nav de bi îdiaya "Rêvberên rêxistinê ne" û "endamê rêxistinê ne" hatibû vekirin, dê li 14'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.30)
* Dê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen û Serokê Giştî yê Egîtîm Senê Kamuran Karaca li navenda giştî ya HDP'ê bên gel hev. (17.00) BI DÎMEN E
* Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan (TUYAD) ji bo balê bikişîne li ser zextên li girtîgehan dê li ber Wezareta Edaletê daxuyanî bide çapemeniyê. (14.00) BI DÎMEN E
* Dê li Sumer Parkê ji hêla Navenda Koordînasyona Muzeya Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê ve Atoleyeya Wêneyên Girtîgeha Amedê bê vekirin (16.00) BI DÎMEN E
JÎNGEHA KEDÊ
* Serokê Şaxa Hejmara 6'emîn a Egîtîm Sena Stenbolê Mustafa Gokmen Dogan bertek nîşanî axaftinên Serokwezîrê tirk Bînalî Yildirim ên wekî dê 14 hezar mamosteyan ji kar bigirin da û diyar kir ku bi taybetî mamosteyên kurd hedef tên girtin û ev tişt got: "Dê çi bikin dê derî nîşanî hemûyan bidin û bêjin xwe ker kin?"
JIN
* Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin di bin navê deklarasyona "10 Qada Bingehîn ên Têkoşîna Tevgera Jinê" de, dê li tevahiya bajaran bi awayekî hemwext li dijî şer deng derxe.