DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Dumanê ku polîsan ew birîndar kiribû jiyana xwe ji dest da

 
6 Îlon
23:08 2016

WAN (DÎHA) - Ciwanê 17 salî Mustafa Duman dema li hewşa mala xwe rûniştibû di 30'ê tebaxê de ji hêla polîsan ve bi 2 guleyan ji serê xwe birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.

Di 30'ê tebaxê de polîsan li kuçeya 2'emîn a Surmelî ya taxa Xarçortê ya navçeya Riya Armûşê ya Wanê bi ser malekî de girtibû û 2 kesên di malekî de birîndar kiribû, polîsên bê serober tax dan ber guleyan, Mustafa Duman ê 17 salî jî di hewşa malê de birîndar kirin. Ciwanê ku ev demek bû li nexweşxaneyê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Duman li nexweşxaneya tayebet a li bajêr bi rojan bû dihat dermankiirn, di saetên êvarê de jiyana xwe ji dest da.

Malbat di saetên serê sibehê de bi doktoran re hevdîtin pêk anîbûn, doktoran gotibû "Ji ber tiştî re amede bin."

Piştî karûbarên otopsiyê dê sibê ji hêla malbatê ve bê definkirin.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN