DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Ufuk Uras: Ocalan darbe puç kir

 
23 Tîrmeh
09:01 2016

STENBOL (DÎHA) - Li Tirkiye piştî hewldana darbeya leşkerî OHAL hat îlankirin. Têkildarî polîtîkayên îxtîdarê yên zordestiyê Wekîlê HDP'ê yê berê Ufuk Uras û Serokê DSİPê Şenol Karakaş, destnîşan kirin ku hemû gavên bêyî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bên avêtin dê xeteriyê bi xwe re bîne. Uras, diyar kir ku aktorê herî girîng yê vê pevajoyê Ocalan e û wiha got: "Ocalan darbe keşif kir û pûç kir."

Li Tirkiye piştî hewldana darbeya leşkerî OHAL hat îlankirin. AKP û MHP bûn yek û daxwaza Serokomar Erdogan pêk anîn. Têkildarî rewşa Tirkiye, OHAL û darbeya leşkerî de wekîlê berê yê HDPê Ufuk Uras û Serokê Partiya Karkerên Sasyalîst û Şoreşger (DSİP)Şenol Karakaş, nirxadin kirin. Serokê DSÎP'ê Şenol Karakaş, diyar kir ku li gorî van şert û mercên Tirkiyê biryara ilankirna OHAL'ê biryara herî şaş e. Karakaş, da zanîn ku ger dixwazin li dijî darbeyê têbikoşin divê gavên demokratîk xurt bikin.

Karakaş: OHAL biryara herî şaş e

Karakaş, daxuyand ku OHAL erka fermandariye xurt dike. Vîna rêveberiyên herêkîm kêm dike û wiha got: "Dê polîs bêtir bi hêz bibin. Ji ber vê yekê li şûna bi înka û famkirinê dê hêzê bikar bînin. Biryara OHAL'ê biryar aherî şaş e. Ne bi OHAL'ê û ne jî bi niqaşên darvekirinê ev pirsgirêka darbeyê çareser dibe. Lêgerîna çareseriyê aştî, demokrasî ye. Ji ber vê yekê divê berî her tiştî rê li pêş azadiya ramanê bê vekirin. Me di salekê de xwe di nava polîtîkayen şer de dît. Diviya bû dîsa gav bavêtina nava rêyên aştî, demokratîk û aştiyê. Diviya bû rê li pêş diyalog û aştiya demokratîk bihatina vkirin.

Karakaş, da zanîn ku AKP rê li pêş demokrasî û çareseriyê digire û xizmeta darbekaran dike.

Ocalan berê darbe dîtibû

Karakaş, herî dawî destnîşan kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berê hewldana darbeyê û qeydanên ku derkevin holê dîtibû û wiha got: "Ocalan berê gotibû 'Ger pêvajo wisa biçe û diyalog û muzakere bixetime dê pergala darbeyê têkeve meriyetê. Em baş dizanin ku piştî salên 80 'an kengî mijara çareserî, diyalog û muzakere derdikevin pêş bi şer bersîvê didin pirsgirêka kurd.

'Em li dijî darbekaran demokrasiyê xurt bikin

Wekîlê HDP'ê yê berê Ufuk Uras jî anî ziman ku pêwiste hemû kes li dijî darbeyê tev li xebatên demokrasiyê bibin û di vê pêvajoyê de bêtir hêza demokasiyê xurt bikin. Uras, xwest demokrasiyê bikin sazî û bi rêxistin bikin û wiha got: "Bersîva heri baş a li dijî OHAL'ê bi xurtkirina demokrasî, aştî û diyalogan e. Ger ku darbekar bi ser katibûna dê Îmrali bombe kiribûna. Dê li Tirkiye bi temamî demokrasî rabûya. Ji ber ku Abdullah Ocalan, pergala darbeyê kişf kir û puç kir. Ji ber vê yekê karê ewil bê kirin xurtkirina demokrasiyê ye.

'Divê analîzên Ocalan bi raya giştî re bê parvekirin

Uras, da zanîn ku Ocalan ji 5'ê Nisana 2015'an heta niha nikare bi parêzeran re hevditin bike û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Der barê rewşa Ocalan a Îmraliye zêde pirsgirêk tune be jî her kes wî meraq dike. Mafê her kesî heye bi awayekî saxlem rewşa wî fêr bibe. Ji ber ku di demokratîkbûn û aştiyê de rola Ocalan gelek mezin e. Di hemû pêvajoyan de rola herî sereke û berbiçav Ocalan e."

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN