Ozgen: Paşda gav avêtin di rojeva de nîne 2016-09-28 19:40:06 AMED (DÎHA) - Hevserokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen diyar kir ku ji ber wan serî li hember êrîşan netewandiye êrîş li ser wan zêde bûne û got ku li gel hemû êrîşan dê çalakiyên xwe pêk bînin û paşde gav avêtin di rojeva wan de nîne. Hevserokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerî (KESK) Lamî Ozgen û Serokê Giştî yê Egîtîm Senê îro piştî civîna li Şaxa Yekemîn a Egîtîm Sen a Amedê çûn cem walîtiya Amedê. Piştî hevdîtina bi walîtiyê re destûr ji bo çalakiya runiştînê nehat dayîn û li ser vê yekê koma ku dê çalakiya runiştinê pêkabianîna ji ber destûrê pêknehat, li ser vê yekê li Salona Konferansê ya Navenda Çanda Cegerxwînê bi beşdarbûna Hevserokê KESK’ê Lamî Ozgen, Serokê Giştî yê Egîtîm Senê û bi dehan endamên Egîtîm Senê civîna çapemeniyê hat li darxistin. ‘Berpirsyar polîs û sendîkayên alîgirên AKP’ê ne’ Hevserokê KESK’ê Ozgen li vir axivî û aşkere kir ku wan bi hevalên xwe re civîn girtine û têkîldarî vê civînê jî dê çalakiya runiştinê pêk bianîna. Ozgen anî ziman ku berpirsyarê tiştên ku hatine jiyandin sendîkayê nêzî hikumeta AKP’ê ne û wiha got: “Polîs û gerînendeyên dibistanan yên AKP’î me kirin hedef. Tu çalakiyên me yên ku me di rojên dawî de kirine ne sûc in. Hin derdor dixwazin van çalakiyên me krîmînalîze bikin.” ‘Paş de gav avêtin di rojeva me de nîn e’ Ozgen da zanîn ku têkoşîna bi darbekaran hatiye betalkirin û êrîşên heyî hemû li ser KESK û hevgirtên wê tê kirin û wiha axivî: “Dixwazin bi binçavkirin û girtinan berxwedana me têk bibin. Hinceta êrîşên wan yên bi ser me de, ji ber ku me serî li ber wan netewandiye. Em ê çalakiyên xwe yên ku me biryaran wan girtiye pêk bînin. Niha di rojeva me de paşde gav avêtin nîn e.” ‘Em ê alîkariya hiqûqê û aborî bidin’ Serokê Giştî yê Egîtîm Senê Kamûran Karaca li dijî êrîşên li hember mamosteyan pêk tên bertek nişan da û ev tişt got: “Heta roja îro me tû caran serî netewan, dê ji niha û şûnde jî em ê serî netewînin. Li gorî planên ku me girtine dê çalakiyên xwe yek bi yek pêk bînin. Heta roja îro me tû caran endamên xwe di nava rewşa ne baş de nehiştiye. Me wekî Egîtîm Sen û KESK’ê biryar da ku him di warê aboriyê de û him jî di warê meşandina pêvajoya hiqûqê de em ê alîkariya endamên xwe bikin. Di vê çarçoveyê de mexdûrên din jî dikarin serî li me bidin.” (bo-ua/bî/bg)