Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin 2016-09-27 16:39:22 ŞIRNEX (DÎHA) - Li Şirnexê 14 herêm di navbera 27'ê îlon û 11'ê cotmehê de hatin qedexekirin. Piştî çalakiya gerîlayên HPG'ê ya duh ku herî kêm 6 leşkeran jiyana xwe ji dest dabû Walîtiya Şirnexê 14 herêm qedexe kirin. Li gor daxuyaniya di malpera fermî ya walîtiyê de li herêma Besta di navbera 27'ê îlon û 11'ê cotmehê de 14 herêm hatin qedexekirin. (kom/no)