Li Farqînê jî qeyûmê çaygerekî nû wergirt! 2016-09-26 13:27:51 AMED (DÎHA) - Piştî Şaredariya Sûrê, qeyûmê vê carê çaygerekî nû bo Şaredariya Farqînê jî wergirt kar. Alîgirê Walî Bîlal Ozkan ê ku di 11'ê îlonê de wek qeyûm tayînî Şaredariya Sûrê bûbû, bo şaredariyê çaygerekî nû girtibû kar, piştî Ozkan vê carê jî qeyûmê Şaredariya Farqînê Qeymeqam Mûrat Kutuk, cihê çaygerê kevn guherand û çaygerekî nû wergirt kar. Hat diyarkirin ku kesê wek çayger hat girtin, kurê Serokê MHP'a Farqînê yê berê ye. (red)