Xebatkarên Şaredariya Dersimê dijberî qeyûmê kar berdan 2016-09-26 12:55:09 DERSIM (DÎHA) - Xebatkarên Şaredariya Dersimê li dijî tayînkirina qeyûman dest ji kar berdan. Xebatkar û karkerên şaredariya Dersimê ya DBP'î li dijî tayînkirina qeyûman dest bi çalakiya berdana kar kirin. Karkeran li ber avahiya Şaredariya Dersimê daxuyanî dan. Hevşaredarê Dersimê Mehmet Ali Bul, Seroka Nûnertiya DÎSK'ê Şukran Yilmaz û xebatkarên şaredariyê amade bûn. Di daxuyaniyê de Hevşaredar Mehmet Ali Bul, diyar kir ku Şaredariyên DBP'î bi îdîaya "pere ji rêxistinê re razandine" qeyûm hatine tayinkirin û wiha got: "Di aliyê nelirêtî û diziya pereyan de şaredariyên me tu nelirêtî nekirine. 3 salin mufettiş lêkolîn dikin heta niha tiştek neditine. Lê li gel vê yekê wekî ku pere ji rêxistinê re razandibe qeyûmê tayîn dike." Bul da zanîn ev li dijî peyman û şertên Neteweyên Yekbûyî ya Rêveberiya herêmî ye û ev bi tu awayî nayê qebûlkirin. Bul xwest hemû şaredar û xebatkarên şarearan li şaredariyan xwedî derkevin û li dijî vê zilmê serî rakin. Nûnera DÎSK'ê yê Dêrsimê Şukran Yilmaz jî anî ziman ku qeyûm pêkanînek dijdemokratîk e û ew vê yekê qebûl nakin. Yilmaz, da zanîn ku ew dê her duşem li dijî van pêkanînan çalakiyê pêk bînin. (mae)