Qeyûmê şaredarî ji AKP'ê re vekir ji gel re girt 2016-09-26 11:48:04 AGIRÎ/DÎHA) - Li dora avahiya Şaredariya Giyadîn a ku qeyûm hat tayînkirin, qulûbeyên nobetê tên avakirin. Li Pirsûsê jî polisan dora şaredariyê bi barîkatan ji gel re girtiye û tenê ji AKP'îyan re vekiriye. Li navçeya Giyadîn a Agiriyê li dora Şaredariya DBP'î ku qeyûm hat dayînkirin qulûbên nobetê yên polîsan tên avakirin. Ji 11'ê îlonê ku qeyûm hat tayînkirin heta niha maşîneyên polîsan ên zirxî û TOMA li ber deriyê şaredariyê rawestiya ye û destûr nade welatiyên sivîl biçin şaredariyê. Polîs jî li baxçeyê şaredariyê nobetê digirin. Bi blokên beton li baxçeyê şaredariyê qulûbeyên polîsan tên avakirin. Di 11'ê Îlonê de tema qeyum hat tayînkirin tabelaya şaredariyê ya kurdî hatibû daxistin. RIHA Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê jî Cîgirê Waliyê Rihayê Tarik Açikgoz wekî qeyûm hatibû tayînkirin. Pişti li Pirsûsê jî qeyûm hat tayînkirin, polîs li pêş şaredariyê nobetê digirin û barîkat danîne. Polîsan ketin û derketin li welatiyan qedexe kiriye û tenê desturê didin endam û rêveberên AKP'î yên Riha û Pursûsê. Zeynel Abidin Beyazgul ê AKP'î û heyeta pêre Tarik Açikgoz ê wekî qeyûm hat dayînkirin ziyaret kirin û pîroz kirin. Hevşaredar û endamên Meclîsê yên DBP’ê ku ji sedî 52 deng girtibûn tevî gel li pêş şaredariyê nobeta xwe berdewam dikin. (mae)