2 kes li Amedê hatin binçavkirin 2016-09-26 09:56:02 AMED (DÎHA) - Li Amedê serê sibehê di serdegirtinên malan de 2 kes hatin binçavkirin. Li navçeya Pîranê ya Amedê sedê sibehê di serdegirtinên malan de 2 kes ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Ferhat Ozyoldaş û Murat Çelebî yên hatin binçavkirin nehat hînbûn ku ji ber çi hatine binçavkirin, herdu kesên hatin binçavkirin birin Navenda Polîsan a Pîranê. (sa)