Pirtûka 'Rojava' bû delîlê sûc 2016-09-26 09:10:33 AMED (DÎHA) - Pirtûka Fehîm Taştekîn "Rojava Dema Kurdan- Rojava Kürtlerin Zamani" der barê mamosteyên ku li Amedê hatin girtin de bû delîlê sûc. Li Amedê di serdegirtinên li dijî mamosteyên Egîtîm Sen'ê de hefteya borî 24 mamoste hatibûn binçavkirin û ji wan 7 mamoste ji aliyê dadgehê ve hatibûn girtin. Girtek û îfadeyên mamosteyên ku hatin girtin derxist holê ku ji bo mamoste bên girtin çawa hincet hatine afirandin. Li mala mamosteyekî pirtûka Fehîm Taştekîn a roja 9'ê îlonê derket pêşberî xwendevanan a bi navê "Rojava Dema Kurdan- Rojava Kürtlerin Zamani" hate dîtin bû delîlê sûc. Pirtûka Taştekîn a ku ji Weşanên Îletîşîmê derketiye di îfadeyên li emniyetê hat girtin de ji mamosteyan hat pirsîn. (sa)