ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN 2016-09-26 09:00:56 * Hat zanîn ku leşkerên rêxistina Selefî yên ji Îdlibê derbasî sînorê Tirkiye dibin û li kampa Apaydin a Altinozu ya Hatayê bi cih dibin. Li vê kampê berê leşkerên ji artêşa Sûrî reviyabûn bi cih bûbûn. Hat diyar kirin ku ev kamp wekî barageha leşkerên Selefiyan tê bikar anîn. * Cemîl Sayin ê di navbera 2011 û 2013'an de hat girtin û berdan roja borî dîsa hat girtin. Sayin li gel ku girtî bû wekî tev li 3 çalakiyan bû nîşan da û dîsa girtin. * Li navçeya Seyhanê ya Edeneyê DSÎ, hêj dîroka peymana bi bazarvanan re neqediya ye, dixwaze bazara îsot û zeytûnan dagir bike û qada bazarê ji destê wan derxe. * Girtiyên Girtîgeha tîpa R a Menemenê Sibel Çapraz û Ergin Aktaş ên ji ber nexweş bûn û nehatin berdan ketin greva birçîbûnê jiyana wan dikeve xeterê. Endama komîsyona Navendî ya ÎHD'ê Prz. Zeynep Ceren Boztoprak, diyar kir ku ger şertên girtiyan pêk neyê û şert û mercên wan neyên başkirin dê jiyana wan têkeve talûkeyê. * Abdulkadîr Çelîk (17) ê li qontarê çiyayê Dorşînê ya navçeya Pasûrê çîrokên gundên wan ên ku ji aliyê hêzên dewletê ve hate şewitandin guhdar kir û mezin bû di riya 3 ap û xalekî xwe yên ji bo azadiyê canê xwe dan çû û di vî riyê de bû nemir. * Rûniştina doza Musa Anter û JÎTEM'ê ya Sereke dê li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bê dîtin. (10.00) * Heyeta HDP, ÎHD'ê ku li girtîgeha Menemenê rewşa Ergin Aktaş û Sibel Çapraz ên nexweş ziyaret kirin dê têkildarî rewşa girtiyên nexweş û girtîgehê de daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00) * Nobeta Azadiyê ya ji bo rojnamegerên girtî yên Rojnameya Ozgur Gundemê Zana Kaya, Înan Kizilkaya, Necmiye Alpay û Asli Erdogan dê li pêş Girtîgeha Bakirkoyê berdewam bike. (16.00) BI DİMEN E JIN * Jinên di çarçoveya kampanya KJA'yê ya “Ez li Rêberê xwe Axa xwe û Azadiya xwe xwedî derdikevim" de li Wanê xebatê dimeşînin, diyar kirin ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe ew jî azad nabin û wiha gotin: "Azadiya me girêdayî azadiya Rêberê me ye." POLÎTÎKA * Li Amedê civîna Hevserokên Rêxistinên DBP'ê dê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncelê bê lidarxistin. (11.00) BI DÎMEN E * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag û Serokwekîlê Koma HDP'e Îdris Baluken, dê Egîtîm Senê ziyaret bike. (10.00) ABORÎ * Derket holê ku Şaredarê AKP'î yê Westanê yê berê Nazmi Sezer û Midûrê Xizmeta Malî yê Şaredariyê Osman Kiziltaş, bi sed hezaran tl pere ji Şîrketa Lîmîtedê ya Bazirganiyê ya Kandaşoglu İnş. Nak. Sanê ku aydî Bernamzetê AKP’î Zahîr Kandaşoglu re razandiye û hemberî vî pereyî malzemeyê înşatê winda ye. (DOSYA 3) ÇAND Û HUNER * Navenda Çanda Mezopotamya ku di sala 1991'an de li Stenbolê hat avakirin 25 sal li pey xwe hişt. Hunermendê Koma Çiya, diyar kir ku NÇM'ê ji bo çand û hunera kurdan li ser piyan bihêle rolek mezin lîst.