Leşker çoltarên Licê bombe dikin 2016-09-25 21:54:32 AMED (DÎHA) - Leşker çoltarên Lîcê yên "Qedexeya Derketina Kolanan" lê hatine îlankirin, bê navber topbaran dike. Walîtiya Amedê di 23'ê Îlonêde li sêgoşeya Licê, Hezro û Karazê li gelek gundan "Qedexeya Derketina Kolanan" îlan kir. Pişti qedexeya derketina kolanan hat îlankirin, leşker bê navber çoltarê topbaran dikin. Leşkerên Qişlaya YÎBO, herêma gundên Sisê, Derxust, Zenge, Kerwas û Qurmikê bombebaran dike. (mae)