Leşker Tendurekê topbaran dikin 2016-09-25 15:12:27 AGIRÎ (DÎHA) - Li Çiyayê Tendurekê ku gelek leşker hatin kuştin, leşker çiya topbaran dikin. Li çiyayê Tedurekê yê navbera Ebex û Bazîdê di serê meha îlonê de şerekî dijwar pêk hatibû. Di şer de bi dehan leşker hatibûn kiştin. Piştî li çiyayê Tendurekê şer pêk hat û gelek leşker hatin kuştin, leşker niha çiya topbaran dike. Herî dawî li gundên Qerebulaqê şervanên HPG û YJA Starê zêdeyî 30 leşker kuştibûn. Çavkaniyên TSK'ê jî diyar kiribû ku 10 leşkerên wan hatine kuştin. Hat zanîn ku piştî şer bi dawî bû leşkeran bi alîkariya helîkopteran operasyon da destpêkirin û çiyê topbaran dikin. (mae)