Endamê meclîsa şaredariyê yê berê hat girtin 2016-09-25 14:48:04 AGIRÎ (DÎHA) - Emdamê Meclîsa Şaredariya Bazîdê yê berê Mustafa Saltaş hat girtin. Li navçeya Bazîda Agiryê di 22'yê Îlonê de endamê meclîsa şaredariyê yê berê Mustafa Saltaş hatibû binçavkirin û piştî karên îfadê yên li Qereqola Polîsan a Uluyolê bi dawî bûn sewqî Edliyeya Bazîdê hat kirin. Saltaş ku îfadeya wî ji aliyê dozgeriyê ve hat girtin, bi îdîaya "propagandeya rêxistinê kiriye"sewqî dadgehê hat kirin. Dadgehê biryara girtina Saltaş da û ew şand Girtîgeha Tîpa M a Agiriyê. (mb)