Dîmenên dema leşkeran daristan şewitand hat kişandin 2016-09-25 14:21:17 AMED (DÎHA) - Piştî li 3 bejahiyên navçeyên Amedê "qedexeya derve" hat îlankirin, dîmenên dema leşker bejahiya Hezro û Licê didin ber agir ji aliyê welatiyan ve hat kişandin. Li 18 gundên navçeya Licê, Hezro û Karaz ên Amedê piştî "qedexeya derve" hat îlankirin, operasyon hatibû destpêkirin di roja 3'yemîn de didome. Di çarçoveya operasyonê de li bejahiyên gundên Licok û Kerwas ên Licê û li gundê Helhel ê Hezroyê pevçûn tên jiyîn. Leşkerên ku gundê Helhel bi wesayîtên zirxî dorpêç kirine, bi ser malan de girtin û lêgerîn pêk anîn. Di lêgerîna malan de leşkeran eşyayên malan tevlîhev kirin bi dirûşa "Yek dewlet, yek al, yek gel" gef li welatiyan xwarin. Di serdegirtinan de welatiyê bi navê Îrfan Ugurlayan hat binçavkirin. Leşkerên ku daristana ku 50 metre dûrî gunde dan ber hewan û bombeyan û vîdonên benzînê yên bi xwe re anîne li daristanê reşandin û agir berdan daristanê. Êrîşa balefiran a li hemberî daristanan û agir pêxistina leşkeran ji aliyê welatiyan ve hat kişandin. Li herêmê dengê çekan tê û şewata daristanê jî didome. (mb)