Di qatlîama Dîlokê de zarokekî din ê birîndar jî jiyana xwe ji dest da 2016-09-25 13:25:25 DÎLOK (DÎHA) - Zarokê bi navê Mahsun Nas ê 14 salî ku di qatlîama Dîlokê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da. Zarokê bi navê Mahsun Nas ê ku di qatlîama Dîlokê ya 20'ê tebaxê de birûndar bûbû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Nas ê ku di teqînê de ji rû û bedana xwe birîndar bûbû li Nexweşxaneya Park Medicalê dihat dermankirin. Nas duh bi şev jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Nas li Goristana Yeşîlkentê hat definkirin. Parlamenterê HDP'ê Mahmut Togrul, MEYA-DER, HDP, DBP jî beşdarî merasî bûn. Bavê Nas, Naîm Nas ê di merasîma cenazeyê kurê xwe de axivî gotina "ez dewaleta ku nekarî kurê min biparêze çi bikim" bi kar anî. Nas got ku divê êdî kurd bi xwe ewlehiya xwe bigirin. Bi Nas re hejmara zarokên ku di qatlîamê de jiyana xwe ji dest dan bû 41 û hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan jî bû 57 kes. (sa)