Têkoşîna 600 hefte ye bênavber didome DOSYA 3 2016-09-22 09:34:43 Temenên ku têra lêgerîna xizmên xwe nake STENBOL (DÎHA) - Dayîkên Şemiyê ku hinek ji wan ji bo bigîhên zarokên xwe yên hatine windakirin, hin ji wan ji bo bigîhên hestiyên hevserên xwe. Temenên wan têra wê nekir ku hesap bipirsin. Berfo Kirbayir, Fatîme Taşkaya, Kîraz Şahîn, Şahsenem Cîhan, Kesrîye Demîr, Cevriye Altuntaş, Zeynep Guney, Ziynetî Turkoglu, Fincan Bilgin û Asiye Dogan. Ev dayîk agahiya wan ji aqûbeta xizmên xwe nebûn û jiyana xwe ji dest dane. Temenê Dayîkên Şemiyê ku 600 heftene lêgerînên xwe yên heqîqetê bi rûniştina Meydana Galatasarayê didomînin, têra gîhîştina hestiyên zarok an jî hevserên xwe nekir. Yek ji van dayîkan Berfo Kirbayir a ku 33 salên temenê xwe yê 105 salan fedayî gerîna kurê xwe Cemîl Kirbayir kir. Aqûbeta Kirbayir ku wendakiriyê destpêkê yê darbeya 12'ê Îlonê ya 1980'yan bû, nayê zanîn. Dayîka Kirbayir dev ji gerîna xwe bernade û dibêje " dibe ku kurê min were, ez derî û paceyên xwe nagrim. Roj derbasbûn, meh derbas bûn, sal derbasbûn, lê kurê min nehat. Ger kurê min miribe bila cenazeyê wî bidin min." Dayîka Berfo ya ku bi van gotinên xwe di bîra mirovan de maye, di dîroka 21 salan a tekoşînê de cîhekî girîng girt. Serokwezîrê wê demê Tayîp Erdogan gotibû " li pişt Dayîkên Şemiyê hêzên din hene." Dayîka Berfo ev bersiv dabû wî: " Li pişt me êşên me û serî netewandina li beramberî zulmê heye." Di 5'ê Sibatê sala 2011'an tevlî hevdîtina Serokwezîrê wê demê Tayîp Erdogan a ofîsa li Dolmabahce bû. Berfo Kirbayir negîhîşte Cemîlê xwe. Piştî gotinên Dayîka Berfo ku ji Erdogan re gotibû " 31 sal in ez lê digerim, kurê min ji min re bibîne", bi fermana Erdogan di 9'ê Sibatê 2011'an de ji bo lêkolînkirina aqûbeta Cemîl Kirbayir li meclîsê komîsyona lêgerînê hat damezirandin. Komîsyonê piştî xebatên xwe biryar da, ew îdîaya ku "Cemîl Kirbayir" fîrar kir" derewand, daxuyand ku di bin çavan de hatiye qetlkirin û bi rengekî nayê zanîn hatiye wendakirin. Emniyeta dewleta Tirk di derbarê berpirs û erkdarên wê demê ya fermandariya rewşa awarte de gilî kir. Komîsyona meclîsê tevî hemû belge, agahî û axaftinên di dest de hene jî, serdozgeriya komarê ya Qersê di derbarê berpirsiyaran de tu doz nehat vekirin. Dayîka Berfo ya ku Erdogan soz dabûyê, hestiyên kurê xwe nekarî bibîne û di sala 2013'an de jiyana xwe ji dest da. "Ev dewlet ji me çi dixwaze?" Yek ji dayîka ku temenê wê têra dîtina hestiyên kurê xwe Huseyîn Taşkaya nekir jî, Fatîma Taşkaya bû. Di 6'ê sala 1993'an de ji aliyê leşker, polîs û cerdevanên girêdayî eşîreta Bûcakiyan, bi konvoyeke ji 30 maşîneyan pêk dihat, bi ser mala Mehmet Taşkaya ya li taxa Baglar a girêdayî navçeya Sîweregê ser bi Rihayê de girt. Piştî serdegirtinê Huseyîn Taşkaya hat binçavkirin. Ji wê rojê heta niha di derbarê aqûbeta Hûseyîn Taşkaya de tu agahî nîne. Fatîme Taşkayaya ku bi hêviya ji kurê xwe agahiyekê werbigre çû emniyeta Sîweregê. Wê bersiva " ?Careke din neyê gel me. Li gel kurên xwe yên din vir terk bikin. Nexwe wê ewê jî werin wendakirin." Fatîme Taşkaya jî gotibû " heta ez hestiyên kurê xwe nebînim naxwazim bimirim." Taşkaya ku ji cîhê xwe yê nexweş di hefteya 402'an de ji bo Dayîkên Şemiyê nameyek şand û bang li serokwezîrê wê demê erdogan kir û got: " Kurêkî min wendakirin, yê din jî bi operasyona KCK girtin. Ev dewlet ji me çi dixwaze? Yek wendakirin têra wan nake? Ma gelo sucê me Kurdbûne?" Lê Fatîma Taşkaya jî beyî ku bigîhê kurê xwe di 17'ê meha Cotmehê ya 2015'an li Tuzlayê jiyana xwe ji dest da. Kîraz Şahîn hevserê xwe ji Erdogan pirsî bû. Kîraz Şahîn jî yek ji Dayîka Şemiyê ku beyî aqûbeta hevserê xwe yê di sala 1996'an de hatî wendakirin bizanibe, jiyana xwe ji dest da. Dayîka Şemiyê Kîraz Şahîn ku ji bo hevserê xwe yê li şaredariya Beyoglu weke karkerê paqijiyê kar dikir û di 18'ê meha Çileya 1996'an hat wendakirin, tekoşîna edaletê dida. Di sala 2011'an de dema Erdogan bi malbatên wendakiriyan re hevdîtin kiribû, jê re gotibû " Hevserê min karkerê we bû, di nav saetên kar de hat wendakirin. Eşkerekirina aqûbeta Îsmaîl Şahîn berpirsiyariya we ye." Di encama nexweşiya penceşêrê di 27'ê Sibatê sala 2015'an jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Şahîn li gundê Hubyar a girêdayî navçeya Almûs a Tokatê hat veşartin. Şahsenem Cîhan beyî ku qatilên kurê xwe bibînê çavên xwe li jiyanê girtin. Şahsenem Cîhana ku dayîka Şemiyê bû, beyî ku qatilê kurê xwe yê di bin çavan de bi êşkenceyê hat qetlkirin darizîne jiyana xwe ji dest da. Di 29'ê Tîrmehê sala 1981'an de Sûleyman Cîhan ji aliyê Mehmet Agar û ekîba wî piştî hat binçavkirin, dema dibin Bostancî ji qata 6'emîn a maleke birinê, tê qetlkirin. Dayîka Sûleyman Cîhan, Şahsenem Cîhan di 29'ê Gulana 2015'an jiyana xwe ji dest da. Dayîka Şahsenem li goristana Ferîkoyê ku kurê wê Sûleyman jî lê ye hat veşartin. Kesriye Demîr a ku dipirse " Çi bi serê kurê min hat?" Kesriye Demîr a ku dayîka Abdurrahîm Demîrê 21 salî, ji demên pêkanînên rewşa awarte yên di 17'ê Tebaxê sala 1995'an li Mehserta Mêrdînê ji aliyê leşkeran ve piştî hat binçavkirin û tu agahî jê nehatin girtin, negîhîşt kurê xwe û jiyana xwe ji dest da. Ji qereqola ku bi wêneyên kurê xwe çûbûyê, bersiva " binçavkirineke wiha çenebûye" girt. Kesriye Demîr wiha pirsîbû " Ma çi bi serê kurê min hat?" Beyî ku bigîhê goristanek ku bikaribe kulîlkan dayne, jiyana xwe ji dest da. Dayîka Zekî Altunbaşê ku di serdema 12'ê Îlonê dema leşkeriya bi darê zorê dikir hat binçavkirin û tu agahî jê nehat girtin Cevriye Altunbaş jî yek ji Dayîka Aştiyê ya di dema tekoşîna edaletê dida jiyana xwe ji dest da. Cevriye Altuntaşa ku xeyalên goristana kurê xwe ya bikare kulîlkan lê dayne, beyî ku bigîhê kurê xwe Zekî, di 31'ê Adara 2015'an li mala xwe ya Yalovayê jiyana xwe ji dest da. Zeynep Guneya ku navê kurê xwe li dilê xwe kola bû Zeynep Guneya ku dayîka yek ji wendakiriyê serdema 12'ê Îlonê Veysel Guney e. Ew jî yek ji Dayîka Şemiyê ku beyî bigîhê goristana kurê xwe û jiyana xwe ji dest da. Zeynep Guneşa ku li Îzmîrê tedawî didît û ji ber nexweşiya dil jiyana xwe ji dest da, nameya ku ji meydana Galatasarayê re nivîsîbû û ji bo kurê xwe wiha gotibû: "Min wêneyê te li çavên xwe neqişand, navê te li dilê xwe kola." Fîncan Bîlgîna ku hêviya wê ya "wê rojek derbikeve were" xilas nebû Ziynetî Turkoglu dayîka Talat Turkoglu ku di 1'ê Nîsanê sala 1996'an ji Edîrneyê vedigeriya mala xwe ya li Stenbolê û tu agahiyek jê nehat girtin e. Ew jî beyî hestiyên kurê xwe bibîne xatir ji jiyanê xwest. Fîncan Bîlgîn jî dayîka Kenan Bîlgînê ku di sala 1994'an de li Dîkmena Enqereyê li rawestgehekê otobûsê piştî hat binçavkirin û careke din tu agahî jê nehat girtin, yek ji Dayîka Şemiyê ku temenê wê têra dîtina kurê xwe nekir. Fîncan Bîlgîn tu carî hêviya xwe ya "wê rojekê derbikeve were" wenda nekir. Tekoşîna edaletê ya Fîncan Bîlgîn Dayîkên Şemiyê didomîne. Bi hestiyên kurê xwe hate veşartin. Seyhan Doganê di 26'ê Mijdarê sala 1995'an li Kerborana Mêrdînê li gel 9 kesan hat binçavkirin û piştî binçavkirinê tu agahî jê nehate girtin, di kolandinên piştî 18 salan rastî hestiyên wî hatin. Seyhan Doganê 13 salî li gel dayîka xwe Asiye, bavê xwe Ramazan Doganê ku bi salan ji bo wî tekoşîn dane hat veşartin. (kom/mae)