Dê bibin dengê girtiyan 2016-09-22 09:12:40 STENBOL (DÎHA) - Bi armanca li derve bibin dengê girtiyên zindanan Înîsiyatifa Piştevaniya Girtiyan dest bi xebatan kirin. Berdevkê Înisiyatifê Mesut Çekin, diyar kir ku girtîgeh ne tenê pirsgirêka gitiyan pirsgirêka hemû civakê ye. Li Tirkiye bi îlana OHAL'ê re zextên li ser girtî û girtîgehan zêde bû. Her roj agahiyên ku li girtîgehan mafên girtiyan tên binpêkirin Di 9'ê Îlonê de Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi daxuyaniyekê diyar kir ku "Înîsiyatifa Piştevaniya Girtiyan" ava kirine. Înîsiyatif ji malbatên girtiyan, Komeleya Piştevaniya malbatan (TUAD), Malbata Girtiyên Şehît a Partizan Platforma Dengê Nemir û Girtiyan Yekîtiya Malbatên Demokratîk a Nû, Platforma Gelên Demokratîk Alinterî û Rojnameya Meydan a Anarşist pêk tê. Berdevkê Înîsiyatifê Mesut Çekin ku 11 salan girtî maye, li ser armanca înîsiyatifê axivî. Çekin, diyar kir ku di demên dawî de zext û zordariyên li ser girtiyan gelek zêde dibe û ji bo li derve bibin dengê girtiyên hundir ev xebat meşand. Çekin, destnîşankir ku ji ber ew jî li girtîgehê maye û pêdiviya girtiyan baş dizane pêdivî bi avakirina vê înîsiyatifê dît û wiha got: "Piştî OHAL'ê îşkenceya li ser girtiyan zêde bû. Bi biryara KHK'ê gelek mafên girtiyan ji destê wan hat girtin. Hevdîtinên malbatan hatin bisînorkirin. Bi sedan girtî hatin sirgûnkirin. Gelek girtî dema hatin sirgûnkirin rastî îşkenceyê hatin. Hevdîtina vekirî ji mehekê derxistin 2 mehan. Hevditina bi parêzeran di bin qeydê kamerayan de pêk tên. Rojnameyên Demokrasî, Evrensel, Bîrgun, Cumhuriyetê nadin girtiyan. Em 7 platformên cuda hatin cem hev û me ev înîsiyatif ava kir. Em dixwazin bi vê înîsiyatifê bibin dengê girtiyan ê derve. Em dê hem pirtûkan ji wan re bişînin, hem li derve mafê wan biparêzin û ji bo wan têbikoşin. Em dê li dijî tecrîd, zext, zordarî û binpêkirina mafan têbikoşin. Em bedarî Nobeta Azadiyê ya ji bo Asli Erdogan, Necmiye Alpay, Înan Kizilkaya û Zana Kaya bûn. Tu polîtîkayên AKP'ê yên ji bo aştî û çareseriyê tune. Ji ber ku Wezîrê Dadê 174 girtîgehên nû çê dike." (mae)