Midûrê nifûsê: Çima ne Esad çima Ocalan? 2016-09-22 09:09:13 RIHA (DÎHA) - Ocalan Şixo yê navê xwe ji paşnavê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan girt, piştî şerê li Sûriye û Rojava koçî navçeya Xalfetî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye, bû. Zarokê 15 salî Ocalan Şixo, dema ji dayik bû malbatê navê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li wî kir. Ocalan Şixoyê piştî şerê li Sûriye û Rojava tevî malbata xwe koçî Rihayê kir û li navçeya Xalfetî ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye kirin. Ocalan Şixo di temenê 15 salî de dixebite û dabara malbatê dike. Şixo tevî 5 xwişk dayîk û bave xwe dijî. Ji bo debara malbatê karê giran dike û di fabrîqeya çîmento de dixebite. Di malbata Şixo de tenê Ocalan Şixo kar dike û yên din biçûkin. Ocalan li gel temenê xwe yê 15 salî kare giran dike. Ocalan Şixo bahsa karê xwe kir û wiha got: "Li vir karê sivik tune. Ji ber ku karê sivik nîne ez necbûr karê giran bikim. Karê ez dikim karek giranê. Lê belê ez mecbur im wî karî bikim. Di malbatê de ez tenê dixebit û debara malbatê dikim." Ocalan Şixo beriya şere Suriye li Şamê dibistan xwend. Lê piştî şer li Suriyê dijwar bû, mecbur ma koçî Rihayê kir. 'Malbata min navê Ocalan li min kir' Ocalan Şixo destnîşan kir ku xaleta wî navê Ocalan li wî kir û wiha got: "Dema navê Ocalan li min kirin, Muduriyata Nifusê ya rejima Esad got çima hûn navê Ocalan datînin? Navê Beşar an ji Hafiz Esad bidin zarokên xwe. Lê malbata min di navê Ocalan de israr kir û navê min danîn Ocalan. Ocalan Şixo daxwaza xwe ya çûna dibistanê bi van gotinan anî ziman: "Xeyala min a herî mezin xwendine û alikarî ji bo Kobani bikim. (mhy-mp/mae)