Dewlet 300 roj in Sûrê xira dike 2016-09-22 09:05:59 AMED (DÎHA) - Li navçeya Sûrê piştî îlankirina "Qedexeya derketina kolanan" dest pê kir, hilweşandina malan û cihên dîrokê 300 rojin didome. Gelê Sûrê piştî xwerêveberiya cewherî îlan kir, hêzên dewletê di 28'ê Mijdara 2015'an de "Qedexeya Derketina Kolanan" îlan kir û dest bi êrîşan kir. Bi qedexe û êrîşan re hilweşînê jî dest pê kir. Qede û xerakirin hêj didome. Ligel qedeyê hilweşandin û wêrankirina mal û cihên dîrokî jî li 6 taxan berdewam dike. Li taxên Hasirli, Cemal Yilmaz, Dabanoglu, Fatîhpaşa, Savaş û Cevatpaşa rûxandina avahiya bênavber didome û avahiyek ku para xwe ji êrîşên hêzên dewletê negirtibe nemaye. Qedexe û rûxandina li taxan bi hev re didome û qedexe 300 roj li pey xwe hişt. Xurde û molozên avahiyan bi maşîneyên Miduriyeta Karên Taybet li gel maşîneyên zirxî tên derxistin. Moloz li cem Zanîngeha Dîcle tên rijandin Hilweşandin û wêrankirina hêzên dewletê taybetî li ser taxa Hasirli pêk tê. Molozên ji 6 taxan tê derxistin li çoltera derdora Zaningeha Dîcle yê tê valakirin. Ji Nisêbînê heta Geverê xerakirin didome Li Nisêbîn, Gever, Şirnex, Cizîr û Hezexê jî heman hilweşandin pêk tên û cerdevan, kes û şirketên nêzî dewletê bi moloz û hêsinên ji şûna hilweşandinê dimînin diziyê dikin û bi van xurdeyan bazirganiyê dikin. (kom/bg/mae)