Nivîskar Mehmet Altan hat girtin 2016-09-22 07:46:17 STENBOL (DÎHA) - Rojnameger û nivîskar Prof. Dr. Mehmet Altan, bi îdîaya "Ketiye nava hewldana hikûmeta Komara Tirkiye ji holê rake û peywira wê asteng kiriye" hat girtin. Rojnameger Ahmet Altan jî bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan. Rojnameger û nivîskar Prof. Dr. Mehmet Altan û Ahmet Altan ku di 10'ê Îlonê de bi îdîaya "endamên rêxistina Cemaeta Gulen e" hatin binçavkirin. Ahmet û Mehmet Altan duh derxistin pêşberî dadgehê. Piştî li dadgehê bi saetan hatin darizadin, Mehmet Altan hat girtin û Ahmet Altan serbest hat berdan. Rojnameger û nivîskar Prof. Dr. Mehmet Altan, bi îdîaya "Ketiye nava hewldana hikûmeta Komara Tirkiye ji holê rake û peywira wê asteng kiriye û endamê rêxistina terorê ye" hat girtin. Rojnameger Ahmet Altan jî bi şertê kontrola edlî ku heftê rojekê li qereqolê îmze bavêje serbest hat berdan. (mae)