Hevserokê DBP'a Mereşê hat girtin 2016-09-21 22:43:14 MEREŞ (DÎHA) - Hevserokê DBP'ê yê Navçeya Bazarcikê ya Mereşê Mahmut Aktaş hat girtin. Hevserokê DBP'ê yê Naveya Bazarcikê ya Mereşê Mahmut Aktaş, duh hat binçavkirin û îro sewqî dadgehê kir. Heyeta dadgehê der barê Aktaş de bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" û "propaganda rêxistinê kiriye" biryara girtinê da û şandin girtîgehê. (mae)