2 kes li Şemzînanê serbest hatin berdan 2016-09-21 17:12:55 COLEMÊRG (DÎHA) – Li Şemzînanê 2 siyasetmedarên kurd ên bi hinceta beşdarî îlankirina rêveberiya cewherî bûne hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan. Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê, rêvebirê DBP’ê Ferik Tekin û siyasetmedara kurd Berivan Avci ku bi hinceta beşdarî îlankirina rêvebiriya cewherî bûne hatibûn binçavkirin, derxistin dozgeriyê. 2 kes ji aliyê dozgeriyê ve sewqî dadgehê hatin kirin bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan. (kom/mae)