Av ji berfê, masî ji golê tên 2016-09-21 09:12:17 WAN (DÎHA) - Gola li taxa Pîmeyrem a navçeya Qelqeliyê, hêj goleke piçûk bû piştî ava berfê heliya mezin bû, bi salan e gelê herêmê masiyan ji golê digire. Gola xwezayî ya li taxa Pîmeyrem a navçeya Qelqelya Wanê, ji ber helandina berfê tijê bûye û her kesî heyranê xwe dike. Bi salan e ne tenê gundê Pîrmeyremê, gundên wekî Noşar, Terxanî, Êngiz û Qeyseran pêwistiyên xweyên mesiyan ji vê golê digire. Di demê de bû gol Li gorî nirxandinên welatiyan, dîroka golê ne zêde kevn e. Di salên 90'î de hêj aveke piçûk bû, di demê de ava berfê heliya û bû goleke mezin û rewşa xweya îroyîn daye. Dîsa di serdema Serokomar Turgut Ozal de, Ozal tê gund û golê dibîne ji ber xweşikbûna golê gelekî kêfxweş dibe, ji bo gol bê parastin û derûdora wê bê çêkirin soz dide gelê herêmê. Piştî serdana Ozal dora golê tê çêkirin û nava wê tê paqij kirin navê gund Pîmeryem lê tê kirin. Di hemû demsalan de ji hêla jinên Pîmeryemê û welatiyan ve tê ziyaret kirin. Welatiyê bi navê Alî Durak jî hatiye golê maliyan, diyar dike ku gelê herêmê masliyên xwe ji vê golê digire û ev tişt got: "Ev ji zarokatiya me de heta niha heye. Masiyên sazan gelek in. Her kes ji bo pêwistiyên xwe tê, kes ji bo firotinê nayê. Ne tenê ji bo girtina masiyan, ji bo bêhnstandinê jî em tên vir." (ms)