Nûçegîhanê me Îmrak serbest hat berdan 2016-09-20 23:01:16 ANTALYA (DÎHA) - Nûçegîhanê me Feyyaz Îmrak ê bi mehan e bi îdiayên bê bingeh dihat girtin serbest hat berdan. Nûçegîhanê ajansa me Feyyaz Îmrak ê li Antalyayê bi îdiayên bê bingeh dihat girtin, piştî mehan ji Girtîgeha Antalyayê serbest hat berdan, Îmrak ji hêla hevalên xweyên xebatê û gelek kesan ve hat pêşwazîkirin. Îmrakê bi tilîlî û çepikan hat pêşwazîkirin, kêfxweşiya serbestberdana xwe dijiya. (ms)